Platforma Jinê ya 'NA' ya li Ewropayê, li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek weşand û got, "Di şexsê wê de, beriya referandûma 16'ê Nîsanê êrîş li vîna jinên şoreşger hatiye kirin." Platformê da xuyakirin, ku zîhniyeta AKP'ê ji roja destpêkê ya desthilatdariya xwe ve bi polîtîkayên faşîst êrîşî jinan dike û ev polîtîkayên wê yên vîna jinê ji nedîtî ve tê, şermezar kir. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Birêz Fîgen Yuksekdag vîna me ye. Em vîna xwe ya bi dengê bi mîlyonan mirovî hatiye hilbijartin diparêzin û xwedî lê derdikevin."
KOLN