Welatiyên li kar digerin gelek caran ji sebê heta êvarî li bazarên kar radiwestin, lê bêyî ku kar bi dest bixin dest vala vedigerin malê. Karkerên rojane, bi piranî karên neqil, karê hurde, înşaet paqijî û karên din dikin. Welatiyên Kurd ên kar bi dest naxin û tên li vir dixebitin, hem bi erzanî dixebitin û hem jî bê ewlehî û sigorta dixebitin. Ji ber vê yekê her tim jiyana wan di talûkeye de ye.
'Ez carek din nayêm vir'
Ciwanê 18 salî Taner Savci jî anî ziman ku ji ber kar tune û betal e hatiye Stenbolê û wiha got:" Tenê ji gundê me 35-40 karker hatine li vir dixebitin. Karê rojane dikin. Ez ji ji Erziromê me hatine vir. Em li malên 2 ode 7-8 kes dimînin. Ez êdî carek din nayêm vir. Em li vir wekî koleyan dijîn.
Sinan Kaplan jî anî ziman ku 2 rojin tê vir û bi heviya ku kar bi dest bixe tê vir. Kaplan, da zanîn ku ligel nexweş e jî neçar e kar bike û debara malbatê bike. Welatiyê bi navê Mehmet Şahin jî wiha got: "Ez bi kedek erzan û bêsîgorta kar dikim. Ez neçarim li vir kar bikim, ger ku li herêmê kar hebûya nedihatim vir."
DÎHA/STENBOL