Rasthatina Heyeta BDP û gerîllayên HPG'yê li Şemzînanê, rastiya Şemzînanê û hêza gerîllayan ya li vê herêmê ji hemû rayagiştî re eşkere kir. Tevî ambargoya li ser çapameniyê ji ber ev rastî eşkere bû rayadarên Tirk li pey hev dîsa BDP û gelê kurd hedef nîşandan û gef xwarin. Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî yek ji wan bû. Endamê Konseya Rêveber yê KCK Zubeyîr Aydar bersîv da gef û daxuyaniyên Arinç û nerazîbûn nîşan da. Aydar got, “Hûn behsa êşa 75 milyon mirovî dikin, hûn kengê bûne hevparê keyfxweşî û êşên Kurdan?
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar daxuyaniyên rayedarên Tirk û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç yên der barê rasthatina heyeta BDP û gerîllayan a li Şemzînanê de ji ANF re nirxand. Aydar diyar kir ku helwesta rayedarên Tirk  helwesteke nijadperest û dijminane ye. Aydar gotina Arinç ya “Henekên xwe bi êşên 75 milyon mirovên me kirine” jî nirxand û diyar kir ku, “Hûn behsa êşa 75 milyon mirovî dikin, kengê êşa 75 milyon mirovî hevpar bûye, hûn kengê bûne hevparê keyfxweşî û êşên Kurdan? Hûn xwe çi hesap dikin? Di vî welatî de êşên Kurdan ewqas çênebûne ku… Bi dirêjahiya dîroka Komarê û beriya wê jî kengê êş hevpar bûne? Ma hûn li Dêrsimê, Zîlanê, Pîranê bûne hevpar? Hûn in yên ku ev êş bi me dayîn kêşan, hûn dikarin behsa hevparbûyînekî çawa û kîjanê bikin? We zimanê me, nasnameya me, çanda me qedexekiriye ma wisan gengaze ku êşên me hevpar bin?”

Em nêzîkatiyên nijadperest red dikin
Aydar destnîşan kir ku, di vir de nêrîna desthilatdariyê heye û gotina Arinç ya “Hûn kîjan xwînê hildigirin” gotinekî “nîjadperest e. Aydar anî ziman ku, di mirovên din de çi xwîn hebe di me de jî heman xwîn heye û diyarkir ku, xwîna Tirkiyê’ ya nêzîkatiyên nîjadperestî em red dikin. Aydar destnîşankir ku, pirsgirêk bi gefan nayê çareserkirin û wiha got; “Ev ziman wê hîn zêdetir rê li ber şer û kuştinan vebike.

'Nêçîrvanên mirovan nabin şehîd'

Aydar anî ziman ku, Arinç di van rojên cejnê de daxuyaniyên tejî tundî ku rê li ber helwestên linc û şîdetê vedikin dike. Aydar got, “Di be ku hûn ji Kurd û zarokên wan hes nekin, lê belê Kurd ji zarokên xwe hes dike. Eger ev yên ku ji bo wan çûne çiyan bin, hîn bêhtir jê hes dikin.”
Aydar nerazîbûn nîşanî peyva “Şehîdbûn” ya ji bo eskerên bi pere tê bikaranîn jî da û got; “We bi dehan mirov weke leşkerên bipere girtine. Ew ji bo pereyan nêçîra mirovan dikin. Dema tên kuştin jî hûn dibêjin şehîd, kengê ji bo pere nêçîra mirovan bû şehîdbûn? Kengê peyva şehîdbûn dane nêçîrvanên mirovan? Ev di kîjan pîvanê olî de heye, di kîjan wijdanê de heye? Ger ev zilaman dema pere negirin ma wê biçin? Serê her serikekî pere distînin, îkramiyeyê distînin. Şehîdbûnek wisa nabe.”

Naîm Şahîn provokasyon kir
Aydar, serdana Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiye Îdrîs Naîm Şahîn ya Colemêrgê nirxand û cejna gelê Colemêrgê pîroz kir. Aydar bi bîr xist ku, Şahîn her roj heqaretê li gelê Kurd û nûnerên wan dike, kesekî wisa ye ku çi tiştek li dijî Kurdan hebe wê dike. Aydar di dawiya axaftina xwe de weha got: “Derdikeve kolanan û xelkê tehrîk dike, piştre bajar vedigere qada şer. Tu bi kîjan mafî wisa dikî. Wezîrê Karê Hundir roja cejnê diçe, bi qatîl û nêçîrvanên mirovan re cejnê pîroz dike. Em jî van tiştan hemûyan dibînin. Di vir de mirov wê çawa behsa hestên hevpar bike. Hûn di cejnê de jî êrîşên xwe didomînin, operasyonên we hîn berdewam dikin. Çûyîna Şahîn jî organîze kirina êrîşanbû û ji bo provokasyonê bû.”

 ANF/BRUKSEL




Kurkçu: Ne plankirî ye rasthatin e’

Parlamenterê BDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu, bersiv da rexneyên der barê ku heyeta Şemzînanê bi awayekî plankirî rastî kontrola gerîlayan hatiye û diyar kir ku ev ne plan e, rasthatinek bû.
Parlamenter Ertugrul Kurkçu ji rojnameya Radîkalê re axivî û der barê heyeta Şemzînanê ku rastî kontrola gerîla hatin nirxand. Kurkçu da zanîn ku ew ji bo ku riya wan bê birîn neçûne Şemzînanê û wiha pê de çû: “Dibêjin ev plankirî ye. Gelo çima agahiya min ji vê planê tune? Dema rêya me hate birîn, min ewil ferq nekir. Min got qey qeza pêk hatiye. Karwan gelek dirêj bû. Ez 20 deqeyan di erebeyê de mam. Piştre ez peya bûm. Min dîmen dît. Jixwe dema mirov noqteya kontrolê ya leşkerî derbas dikin her kes dizane ew der cihê gerîla ne. Yanî ji planê wêdetir, rasthatin bû. Dema ez bi van kesan re hatim rû hev ez wisa fikirim; Ew jî zarokên me ne. Em dixwazin ew jî vegerin jiyanê, bila biçin dibistanên xwe, bila li welatekî azad bijîn. Me kesên ku dixwestin em bi hev re jiyanekê ava bikin li pêş xwe dît.”

Înstiyatîf di destê gerîlayan de ye
Kurkçu li ser pirsa ku rexneyên der barê parlamenteran BDPê çekdar hembêz kirine jî wiha got: “Bê guman mirov dema çek hebe hembêz nake, lê dema çek hebe û îradeya xwediyê çekê dibe serdest. Dema me nekaribû riya xwe berdewam bikira û her kes neçar ma gerîlayan guhdarî bike, xuyaye ku înstiyatîf di destê gerîlayan de ye. Huseyîn Aygun jî heman tablo vegot. Lê wêneyên Huseyîn Aygun tune bû. Nêzîkatiya ku ji bo Huseyîn Aygun hatiye nîşandan; Ew ewladên me ne, ji min re gotin bira. Min jî ew hembêz kirin û min maçî kirin.” Ma gelo dema ev hate gotin xerab e. Ev jî zarokên me ne, destên ku dirêj  dibin emê şûnde venekişînin. Wijdana min rehet e.”

ENQERE