
Li Amedê çalakiya ku bi slogana “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” a ku ji aliyê ÎHD’a Amedê ve tê lidarxistin cara 132’yemîn pêk hat. Çalakî li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hate lidarxistin. Endamên ÎHD’ê, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, KESK û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî li dijî gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên ku şer gur dike û êrîşa hewayi ya li dijî Qendîlê nerazîbûn nîşan da. Bîlîcî da zanîn ku ew bi salan in ji bo ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin têdikoşin û wiha berdewam kir: “Êdî en nizanin çi bibêjin. Welatekî bifikirin ku serokwezîr, serokomar, daraz, muxalefet, profesor û rojnameger weke ku ji mafên mirovan nesibek negirtine şer gur dikin. Bifikirin rewşa wî welatî dê çawa be? Li wî welatî dê êş, xwîn û winda hebin.”
Bîlîcî got ku daxwazên aştî, demokrasî, azadî û aştiyê bi şer tê bersivandin û wiha axivî: “Em bi salan in dibêjin hesabê vê yekê bidin. Lê kesên ku vî welatî bi rêve dibin, dibêjin ‘ev windahî ne bes in.’ Di hefteyên dawî de Serokwezîrê wî welatî biryara şer girtiye û ev 3-4 roj in bombe li ser zarokên vî gelî dibarînin. Mirovên wî welatî vê yekê tu caran qebûl nakin. Em careke din li vir dibêjin ku ev rêbaz ne raste .”
Bîlîcî destnîşan kir ku divê dev ji biryara şer bê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê riyeke ku nehat ceribandin heye ew jî diyalog, muzakere û qebûlkirina hebûna vî gelî ye. Em ji bilî vê yekê tu rêbazan qebûl nakin. Em weke parazvanên mafên mirovan dibêjin êdî evqas windahî ne bes in? Hûn li pey çi ne. Bifikirin ku we 5 hezar PKK’î kuşt, we hemû Kurd tune kir, dê çi bekeve destê we. Ma hûn ê bi ser kevin. Rojek ji rojan zûtir dev ji vê yekê berdin.”
Piştî axatina Bîlîcî çîroka windakirina Abdulselam Çelîk ê ku di 6’ê mijdara 1997’an de ji aliyê kurê wî Salîh Çelîk ve hate vegotin. Piştre jî 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarixsitn.
DÎHA/AMED