Piştî çalakiyê hevalên Ferhat Dînç û malbata wî li ser kesayetî û armanca çalakiya wî axivîn. Heval û malbata Dînç, diyar kirin ku Ferhat pir girêdayî PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Hevalên Dînç, anîn ziman ku her tim li starên şoreşê guhdar dikir û bi ruhê PKK'ê radibû û tev digeriya.
Hevalê Ferhat Dînç ê kar Mazlum Yavuz, çavdêriyên xwe yên li ser jiyana Dînç ji DÎHA’yê re wiha anî ziman: "Ez hevalê Ferhat ê karim. Wê şevê Ferhat xemgîn bû. Çawên wî tije rondik bûbûn. Em bi hev re di firinê de dixebitîn. Me bi hevre wê şevê paqijiya kargeriya xwe dikir. Me got Ferhat îro tu çima ew qas xemgînî? Lê ji bo xemgînia xwe aşkere neke bersiv da û got 'toz ketîye çavê min'. Piştî ku paqijî qediya Ferhat ji hevalê xwe yê kar xatir west. Em ji firinê derketin û çûn malên xwe. Di rê de Ferhat got dayîka wî ji bo komirê pêxe benzîn xwestiye. Pişt re em çûn petrolê û me bi 5 TL'yan benzîn stand. Piştî ku me benzîn stend, Ferhat bi awayekî xemgîn xatir ji min xwest û çû mal. Dema xatir xwest min jêre got 'Tu dê sibê bê kar? Lê çû û êdî nehat."

'Hezkiriyê zimanê Kurdî bû’

Yavuz, destnîşan kir ku Ferhat evîndarê Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Yavuz, da zanîn ku Ferhat hevalekî bi rûmet bû û wiha got: "Ferhat, herdem li stranê şoreşê guhdar dikir. Bi Kurdî diaxivî. Dema em bi tîrkî diaxivîn xwe ji me aciz dikir. Digot 'Bi zimanê xwe biaxifin'. Herdem qala Mustafa Malkoç û Evrîm Demîr dikir. Me her tim ji wî re digot gêrîla."
Hevalekî din yê Ferhat ku nexwes navê xwe diyar bike jî, destnîşan kir ku herî dawî bi hevre nûçeyên Roj TV temeşe kirin û wiha axivî: "Me li nûçeyan temaşe dikir. Dema nûçeyên li ser tecrîta Ocalan hatin xwendin Ferhat got '167 rojin hevdîtina Serokatiya me asteng dikin. Ev Serokê me di binê tecrîta giran de ye. Gelê Kurd her roj tên girtin û kuştin. Ev li diji mirovahiyê ye'. Hevelekî din uê Ferhat ku bi wîre di firinê de dixebitî navê xwe aşkere nekir û da zanîn Ferhat her roj li ser polîtîkayan diaxivî û digot 'Ez evîndarê Ocalan im'.

Bavê Ferhat Dînç Şefîk Dînç jî dîyar kir ku, kurê wî bi armanca tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedana xwe da ber agir. Bav Dînç, da zanîn ku wê şevê cîranan ew agahtar kirin û wiha axivî: "Em çûn cîhê bûyerê. Me dît ku Ferhat çalakiya şewatê pêk anîye û bebedan wî tev şewitî ye û birîndar e. Polîs berîya me çûbûn cihê çalakiyê. Me ew rakir Naxweşxaneya Tip'e ya Zaningeha Dîcleyê. Dema Ferhat çalekî pêk anî hike cilên xwe ji xwe kiribûn. Dibe ku polîsan nîşe ji bêrîkên cilê wî derxistibin. Telefona wî jî hinekan ji bêrîka wî derxistine. Lê nayê zanîn kê telefona wî ji bêrîka wî derxistiye. Ez xemgîn im. Ferhat mîrovekî heja û bi rûmet bû. Her çend xweşewitandin nayê pejijarndin jî, ez bi wî serbilind im. Ferhat çalekîyekî herî bi şeref û bi rûmet pêk anî."

AMED