Îsal 25´ê Mijdarê ji hemû salên derbazbûyî cûda ye. Jin tenê danakevin qadan ku daxwazên xwe bilind bikin. Îsal jinên Kurd li hemû derveran û hemû qadên jiyanê dixwazin xwedî gotin bin, pergala kevneperestî hejandin û ji nû ve molêleke demokratîk ava dikin, ne kêmin bedelên ku hatin dayîn ji bo vê hilweşîn û avakirinê. Çewa li komara Dominîk canê 3 xûşkan bû sedema hilweşîna rejêma Trojilo li Rojhilata navîn jî tenê rejiman hilnaweşin lê felsefeya jiyana azad hat ava kirin. Jinên Kurd ji bo jinên Rojhilata navîn û Cîhanê pêşengî vê têkoşînê dikin. Jinên ku dergoşa Mirovahî bi destê xwe dihijandin, Îro careke din li ser dika Dîrokê ne.
Nivîskar û fêminista Ereb Newal Se'dawî ji Berxwedan û Pêşengiya jinên Kurd coş girtiye lewma berê xwe da ye Kurdistanê, Newal Se'dawî di bersiva pirsên siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Îbrahîm de li ser Berxwedana jinên Kurd bi taybet li Kobanê dibêje "Ew Dilopa ku Tofanê bi xwe re tîne ".Wê xwest ku jinên Ereb li hemberî Kevneperestiyê bibin yek, timî ji bo wê jî dijîtiya wê kirin, ew dizanî bû ku Rojhilata Navîn ji bo Jinan çi qasî deverekî zehmete ji bo guhartinê, lê dema li qehremanîya jinên Kurd dinêrê ji bo wê jî dibe sedema coş û bawerî yê.
Îro jinên Kurd di serî de li hember şideta hovane a DAIŞê li meydanên Şer in, her gulyekî ji tifinga YPJ- YJA Star û Şervanên jin a YBŞ li DAIŞêye dikeve, tola tenê îro nîne û tola 5 hezar salan e, jinan "Me"yên xwe ji nû ve distînin.
Berê dastan û Efsaneyên dîrokî ji bo me dibûn sedama coş û îlhama şoreşgerî, di Dastanên îro de jî qehremanên wan ne tenê mêrin mîna kû li dîroka nivîskî de hatine, Jinan îro dîroka rastîn ji nû ve dinvîsin. Rojhilata Navîn û Cîhanê şahîdî ji bo Dastanan dike, Şahîdî ji bo hen bûyeran dike kû pele dîrokê li pey xwe dihêle û peleke nû vedike. Gerdûn îro dilê wî li Rojhelata Navîn li dide li Rojava, Kobanê , Celewla,Kerkûkê û Şengal ew navin kû di dîroka nû de herî zêde qala wan werê kirin, li her deverêkî ji wan deveran dilopeke , ji zûde Tofana Rojhilata Navîn hatîye, yên ne didîtin û ne ji karên wan dihat parde li ser vê Tofanê dadan. niha nikarin be lehîya wê de xwe bigirin. êdî Rojhilata Navîn tenê navê wê bi şidet û kuştin, şer nayen, Rojhilata Navîn nasnameyeke nû bi dest xist piştî Berxwedana jinên Kurd, wê her tişt werê gohartin, ev berxwedan wê fêrî her kes bike jîyan çî ye û mirov divê çewa bijî ?. Dîroka nû wê dîroka wan jinan bin kû ji bilî serkeftinê ti tiştek nas naken, ew serdikevin ji ber kû ji Jinên Kurd Mirov hêza rastîyê ye, bawerî hêza pişt mirov û jîyana azadî modêla civakê ye.