Der barê di nava 500 salan de xwecihên Emerîkayê çawa û çima tune bûn de gelek teorî hene. Lê di lêkolîna ku di kovara Akademiya Zanîstên Neteweyî ya Emerîkayê (Proceedings of the National Academy of Sciences, PNAS) weşandin de teoriyeke nû û cûda derket holê.
Ev lêkolîn di encama raberkirina genên nûjen û prehistoric (yên ji dîrokê mane) hate bidestxistin. Di lêkolînê de tê piştrastkirin ku şêniya xwecihan di nava 500 salên dawiyê de pir kêm bûne.
Di teoriyê de tê diyarkirin ku teoriya ku dibêje “beriya Ewropayî biçin parzemînê, gelên xwecih ber bi tunebûnê ve diçûn” êdî bi kêrî tiştekê nayê û piştî sedsalan hejmara xwecihan dîsa zêde bûye.
Di lêkolînê de fosîlêm mirovan ên li Emerîkaya Başûr û Bakûr ên beriya 800 heta 5000 salan û yên nûjen hatin lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de aşkere bû ku, di nava gelê xwecih de, di van 500 salên dawiyê de rengîniya genetîkê biçûk bûye.
Her wiha di lêkolînê de hate aşkerekirin ku ev gelê xwecih beriya 15.000-17.000 salan bi rêya tengava Berîng a di navbera Asya û Emerîkayê de, ji Asyayê derbasî Emerîkayê bûne û bi awayeke lezgîn belavî Emerîkaya Başûr bûne.
ANF/LONDON