
Gelê Şirnex ji ber ku destûr nayê dayîn li ser erdê xaniyên xwe yên hatine hilweşandin avahiyan çêbikin li derdora bajêr jiyanê ji nû ve ava dikin. Li gundên Avgamasya û Mila Şantiyê nêzî 70 malbatan bi alîkariyan û derfetên xwe xaniyên xwe ava kirine. Welatiyên van gundan jî erdê xwe dane malbatên Şirnexê ku xaniyên xwe li ser ava bikin. Malbata dayîka Emîne Keje jî ji yek ji wan malbatan e ku li Mila Şantiyê bi cih bûye û ji xwe re xaniyek nû ava kirine.
Di dema qedexeyê de û piştî qedexeyê jî armanca hêzên dewletê ew bû ku gelê Şirnexê koçî bajarên Tirkiyeyê bikin û dayîka Emîne bi van gotinên xwe, "Piştî ku em ji Şirnexê derketîn me biryar da ku li derdora Şirnex bi cih bibin. Wê demê polîsan got herin aliyê tirkan em ê heqê rê û kirêya we bidin. Me got em axa xwe bernadin. Dixwestin em biçin ber destê wan. Lê em qet naçin" vê yekê piştrast dike.
Weke her şêniyek bajêr baweriya dayîka Emîne helwesta xwe ya ji bo referandûmê jî wiha bilêv dike: “Dibêjin dema hûn di referandûmê de bibêjin, "Erê" em ê ji we re xaniyan çêbikin. Ger hûn bêjin, "Na" em ava nakin. Digotin ji xwe re xanî bibînin em ê kirêya we jî bidin. Ka heya niha tiştek nedane gel. Armanca wan tenê xirakirin, koçberkirin û valekirina Şirnex e. Ev lîstik in li me dikin. Ne ji bo qenciya me van pêkanînan dikin" Dayîka Emîne bi van gotinên fênkirina polîtîkaya dewletê dawiyê dide axaftina xwe.
DÎHABER/ŞIRNEX