Aydogan, anî ziman ku ew 2 polîsên bi keviran êrîş li wan kir û mist li Ahmet Turk da nas dike û dikare teşhîs bike. Aydogan, da zanîn ku ew li Dozgerê Komarê geriya û daxwaza şahidiyê jê re ragihand.
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a ku dema polîsan êrîşî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk kir li cem wî bû, çavdêriyên xwe ji DÎHA'yê re vegot. Aydogan, bilêv kir ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê li Êlihê bû û tiştên li wir pêk hatin li dijî mirovahiyê bû û got: Walîtiyê Êlihê li gorî giştînameya Wezîrê Karên Hundir destûr neda girse bikev qada Newrozê. Di heman saetan de Waliyê Wanê destûr da gel bikeva qada Newrozê. Lê di heman saetan de min û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bi Waliyê Êlihê re hevdîtin kir. Lê walî  destûr neda. Min ji Waliyê Êlihê re got, em li qadê ne û li cem min Birêz Ahmet Turk jî heye. Min jê re got girseya em kontrol nekin heye û girse ji sedî 70 ciwan in.
Walî guhdarî nekir
Aydogan, diyar kir ku hevdîtinên wan tev qeydkirî ne û wiha berdewam kir: "Me walî hişyar kir, lê Walî îdîa kir ku axaftina min ji wî re wekî gef e." Aydogan, anî ziman ku piştî van axaftinan Ahmet Turk jî bi heman telefonê axivî û wiha axaftina xwe domand: "Birêz Ahmet Turk jî nêzî 5 deqeyan hevdîtin kir. Lê Walî em guhdar nekirin." Aydogan, anî ziman ku wan
Xwest pevçûn û alozî dernekeve, lê walî li wan guhdar nekir.

'Bi zanebûn kirin'
Aydogan, bilêv kir ku piştî 20-25 deqe şûnda bi otobusa Hevserên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û gelek malbatên zarokên wan ên biçûk hebûn ber bi qada Newrozê ve çûn û wiha got: "Em bi otobusê ketin qadê. Dema em ketin qadê polîseke sivîl bi kevirekî mezin êrîşî otobusê kir. Polîsê sivîl berê kevir li cama otobusê ya pêşiya da û şikand. Piştî re hem polîsên sivîl bi keviran êrîşî otobusê kirin. Di nava otobusê de gelek kes birîndarbûn. Bi zorê me xwe ji êrîşa keviran parast. Piştî re bombeyên gazê avêtin nava otobusê. Brêz Ahmet Turk ket bin bandora gazê. Me Ahmet Turk derxist devre.  Dema Ahmet Turk derket derve polîsan bi pênan û mistan êrîşî Turk kir. Bi mistê çavê Turk reş kirin. Pên li piyên wî didan. Em çûm cem wesayîta polîsan a fermî. Bi israr me xwest deriyê wesayîtê vebike. Polîs berê tirsiya û piştî re deriyê wesayîtê vekir. Me Ahmet Turk bir Nexweşxaneya Dunyayê. EKG'a wî kêşandin.
Aydogan, da zanînku ew polîsê êrîşkar nase dike û dikare wî tespît bike. Aydogan, da zanîn ku polîsan bi zanebûn û bi armanc kevir avêt otobusê û wiha dawî  li axaftina xwe anî. Ez polîsê bi kevirekî mezin cama otobusê ya pêşiyê şikand nas dikim. Ji xwe dema serê sibê me bi alîkarê Midûrê Polîsan re hevdîtin dikir ew jî li wir bû. Ez dixwazim şahidîniyê bikim. Xwestin be bikujin û lînç bikin.

DÎHA/AMED