Nivîskar Ugur Bîryol, ji bo ku çand, dîrok, erdnîgarî, serpêhatî û xwezaya welatê xwe yê lê ji dayik bûye û serpêhatiya gelê Hemşîm bi xwendevanên xwe re parve bike pirtûka bi navê ‘Ez li Kaçkaran bibûma ewr’ Bîryol, serpêhatiyên xwe, çîroka erdnîgariya xwe û xwezaya erdinîgariyê bi zimaneki wêjeyî û alîkariya wênayan tine ziman. Bîryol, bi vê pirtûka xwe rengînî û xweşikahiya welatê xwe ku lê mezin bûye û ji wîre bûye dergûşa jiyanê bi zimanekî herikbar pêşkeşî xwendevanên xwe dike. Bîryol, pirtûka xwe ji weşanxaneya Phoenix di meha hezîranê de çap kir. Nivîskar di pirtûkê de Erdnîgariya Kaçkaran û Geliyên Firtina, Çemê Firtina û xweşikahiya erdnîegariya xwe li ber çavan radixe. Her wiha dîsa li gel çiya, zozan, çem û rûbaran, giha, gul û kulîlkên çiyayên vir, golên bi cemed, warên dîrokî û cîrokên herême vedibêje. Dîsa li ser erdnîgariya bi daristan û çiya û malên di nava daristan û çiyê de yek bi yek wekî kulîlkên biharê di nava zeviyan de vedibin vedibêje. Her wiha çîroka avahiyên kevir û xeratan ên 100-120 salî jî vedibêje.

Ugur Bîryol kî ye?

Ugur Bîryol, di sala 1979’an de li Çamlihemşinê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Trabzonê qedand. Zanîngeh li Egeyê beşa Rojnamegeriyê xelas kir. Di Rojnameya Bîrgunê de xebitî. Di Bianet, Express, Radikalê de jî nivîsandin. 


NAGIHAN AKARSEL