Ciwanên Kurd û înternasyonalîst bi dirûşma "Bi Rêbertiyê re bimeşe, faşîzmê tine bike" li bajarê Bonnê dest bi meşa dirêj dikin.

Meşa dirêj a ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Meşa îsal îro li bajarê Elmanyayê Bonnê dest pê dike. Meş wê pênc rojan bidome. Ciwan piştî ku ji Koln, Leverkusen û gelek bajarên din derbas bûn, wê li Gladbachê meşa xwe bi dawî bikin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku amadekariyên ji bo meşa dirêj bi dawî bûne û ev bang kir: "Em bang li ciwanên Kurd, înternasyonalîst û gelê xwe yê welatparêz dikin ku beşdarî Meşa Dirêj bibin û faşîzmê ji holê rakin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN