Çalakiya greva birçîbûne ya ji bo piştgiriya grevên li girtîgehên Tirkiyeyê û greva li Strasbourgê hatibû destpekirin, pêr ji hêla asayîşa PDK’ê ve di saetên şevê de serda hate girtin û çalakvan kirin bin çavan û gelek çalakvan di encama mûdaxelêya hezên PDK’ê de birîndar bûn. Der barê pekûtiyan de aktîvîsten çalakiya greva birçîbûnê Pervîn Hesen ji ajansa DÎHA’yê re axivî. Hesen da zanîn ku ew ji bo erka xwe ya netewî pek bînin dest bi çalakiye greva birçîbûne kirinê le berambêre wan hezên asayîşa PDK’ê dijî berjêwendiya netewî ketiyê nava liv û tevgerê ku her tim xwestiye vê çalakî asteng bike.
Hesen da zanîn ku wan kampanya ye bi navê ‘Piştgirî ji bo çalakvanên greva birçîbûne ya bakûr’ damezrandine û bi vê kampanya ye piştgirî bidin Kurdên her çar parçêya Kurdistanê. Hesen wiha pêde çû: “Bi wê çalakiyê me dixwast ku em di navbera Kurdên li her çar parçê Kurdistanê yekitiyek ava bikin. Le mixabin ewên ku xwe wek parastina Kurdên sivîl binav dikin di destpêke heta roja 4’an jî her tim xwestin ku çalakî asteng bikin.”
Pervîn Hesen aşker kir ku roja nû destpekê bi çalakiyê kirine, ji hêla asayîşê ve konê wan hatiye destaserkirin û gelek havalên wan hatine derbkirin. Hesen axaftina xwe wiha domand: “Gelek kesên ku ji bo alîkariya me ketibûn nav liv û tevgerê, ew jî ji hêla asayîşa PDK’ê ve dihatin asteng kirin û gef li wan dihatin xwerin. Me ji bo çalakiyê destûr jî girti, lê asayîşa PDK’ê be qanûn êrîşe me dikir. Ev nezîkatiya hezên PDK şermek giran bu ji bo netewa gele Kurd”

‘Ev êrîş bê rûmetî ye'
Hesen destnîşan kir ku asayîşa PDK’ê saet di 01:00’an de êrîşe wan kiriyê û negotin ev jin ê, ev zarok e û ev pîr e, bi jopan, payînan û qûlman hemû çalakvan derpkirin û xistin bançavan. Hesen wiha pêde çû: “Li Muduriyeta Polîsen PDK’ê ya Enkawa jî ev pekûtiye wan berdevam kir. Hevsêrokên PÇDK Diyar Xerîp û Necîbe Omer jî binçavkirin. Herê dawî seat di 03’yan de di bin baranê de em avêten dervayê Hewlêr. Ev ewbeke gelekî mezine. Hemû Kurd ji hêla dewletên dagirder ve tên perçiqadin, em jî ji hêla birayên xwe ve.”

Dê berxwedan bidome
Her wiha Hewseroka PÇDK Necîbe Omer, Nûnerê CHAK’ê ye Herêma Federal a Kurdistan Alî Mehmud û Çalakwanê Siyasî Kerîm Çoman dûh di çarçoveya çalakiya greva birçîbûne de çûn serdana Nûnertiya Netewêyen Yekbûyî û der barê daxwazên çalakvanan de saetek hevdîtin pek anîn. Der barê hevdîtîne de Nûnerê CHAK’ê Alî Mehmud da zanîn ku hevdîtinen wan gelek baş derbast bûye. Mahmud ev tişt got: “Di serî de ji bo rakirina tecrîda li ser Rebêre Gele Kurd Abdullah Ocalan, rewşa çalakvanên greva birçîbûne ya zindanên Tirkiyeyê û Strasbourgê me danûstandinan kir. Me daxwaz kir ku ev rexistinen mafê mirovan erka xwe bicîh bînin û rola xwe bileyîzin. Divê dest ji cotsitandartiya di navbera dewlêten Rojhalat a Navîn berdin û zextan li dewleta tirk bikin ku vê zilma li ser gelê Kurd bi dawî kin.”

Mahmûd herî dawî diyarkir ku heta ev îşkenceya li ser Rebêre Gele Kurd Abdullah Ocalan û siyasêtmedarên Kurd yen li girtîgehan Tirkiye berdevam bike, dê ev berxwedana wane bi rûmet jî berdewam bike.

DÎHA/HEWLÊR