Rêveberên komeleyên ji ber kampanyayê dê polên xwe zêde bikin û li gel perwerdehiya Kurdî dê dersên dîroka Kurdan, wêje û çandê bên dayîn. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê Mustafa Borak têkildarî kampanyayê û xebatên dimîşîn de agahî dan û diyar kir ku di serî de ji ber polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê û bêxemgîniya malbatan Kurdî li ber talokeya windabûnê ye. Borak, anî ziman ku li cîhanê bi sedan ziman winda bûn û ji ber vê yekê zaravayê Kirancîkî li ber vê talokê ye. Borak, da zanîn ku divê gelê Kurd xwedî li zimanê xwe der bikev û pêş bixe û wiha got: "Heke zimanê me biçe tu tiştê me namîn e.Ziman çîmentoya gelekî û bingah çandê ye. Ziman nasnameya gelekî ye. Gelê bêziman gelekî bênav e."
Borak, bilêv kir ku ji bo ziman û çanda Kurdan li Îzmîrê pêşbêxin her sal bi rihê seferberiyê xebatên xwe dikin. Borak, destnîşan kir ku komsîyona ji 5 kesan pêk tê avakirin û li herêma Egeyê seferberiya perwerdehiyê dan destpêkirin. Borak, diyar kir ku li gel navçeyên Îzmîrê afîş û broşur belava kirin di heman çerçeveyê de li Manîsa, Aydin, Denîzlî, Bodrum û Kuşadasiyê ew wê navnedên perwerdehiyê vebikin. Borak, anî ziman ku par di 30 polan de ji 550 xwendekaran re perwerdehiya Kurdî dan. Borak, bilêv kir ku îsal bi kadroya 40 mamosteyan armanca wan ew e ku hezar û 100 xwendekaran perwerde bikin û dê îsal mamosteyên perwerdehiya zimanê Kurdî bidin jî perwerde bikin.

Li malan wê perwerdehiyê bidin

Borak, destnîşan kir ku her dê li polan dersan bidin û wiha axivî: "Hem dawiya hefteyê hem jî di nava hefteyê de li gorî daxwaza kesan dê her roj perwerdehî bê dayîn. Li gorî daxwazan em dê şevê jî polan vebikin û dersê bidin." Borak, diyar kir ku li gorî hewcehiyan dê li navçeyan jî li komele û malan polan vebikin û wiya pê de çû: "Heke 10-15 kes bên cem hev û bêjin 'Em dixwazin Kurdî hin bibin' em dê mamosteyî peywirdar bikin li gorî daxwaza xwendekaran dersê bidin."

Ji bo ziman greva birçîbûnê

Borak, destnîşan kir ku her çiqas bêjin "Kurdî serbest e" qedexeyên li ser ziman berdewam dikin û alfabeya Kurdî hêj jî li Tirkiyeyê qedexe ye û li dadgehan parastina zimanê zikmakî nayê qebûlkirin. Borak, bilêv kir ku hêj li dadgeh Kurdî weke "zimanê nayê fêmkirin, zimanê nayê zanîn" Borak, diyar kir ku ji daxwazên girtiyên PKK û PAJK'î yên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kirin yek jî qedexeyên li ser ziman bên rakirin e. Borak, anî ziman ku çalakiya girtiyan a ji bo zimanê xwe bedenên xwe ji mirinê re razandin gelek watedar e. Borak, anî ziman ku herî zêde xwendekarên zanîngehê eleqeyê nîşanî perwerdehiyê didin. Borak, bilêv kir ku deriya wan ji hemû kesên dixwazin hînî Kurdî bibin vekiriye. Borak, bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Borak, da zanîn ku serdema perwerdehiya îsal dê di 21'ê cotmehê de dest pê bike.  

DÎHA/ÎZMÎR