Bozyel bibîr xist ku di paşeroja Tirkiyê de jenga komkujî û bûyer hene û wiha axivî: "Paşeroja Tirkiye bi geşedanên mezin û komkujiyan tijî ye. Di roja me de jî gelek bûyer diqewimin. Pirsgirêka herî bingehîn a li Tirkiyê pirsgirêka maf û azadiyan e. Lewma divê maf û azadî bikevin bin ewlehiyê. Divê Tirkiye dev ji pergala xwe ya navendperest berde.Bozyel li ser pirsa rojnamevanan a wekî; 'hûn federalzîmê diparêzin BDP jî xweseriyê sedemê vê yekê çiye?' jî wiha axivî: "Wekî partî ya ku me ji BDP'ê cihê dike ne tenê Federalîzm e, em di warê fikrî de jî li gelek aliyan ji BDP'ê cihê difikirin. Lê em ne dijî xweseriyê ne. Ji bo makeqanûneke nû şert û mercên Tirkiyê ne amade ne. Heta dengê çekan neyê birîn makeqanûneke nû jî dê ne pêkan be. Bozyel destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heta niha gelek tişt gotin; lê gelê kurd dê bi van gotinan neyê xapandin û axaftina xwe bi hevoka; 'Hikûmeta AKP'ê nemaze piştî hilbijartinên 2009'an helwesteke tund nîşan da ev yek nayê qebûlkirin' bidawî kir.
AMED