
'Polîtîkayên zilmê çareseriyê pêk naynin'
Turk, bilêv kir ku ew têkoşîna ji bo azadiyê û jiyanekî azad pêkhat bi tenê nahêlin û wiha axivî: "Ez bawer dikim ku em dê hêj bêtir bi hêz li hemberî polîtîkayên tunekirin û tasfiyekirinê wekî berê bisekinin û vala dar bixin." Turk, polîtîkayên zilmê jî şermezar kirin û da zanîn ku KCD her tim li cem part, şaredar û rêxistinên sivîl ên civakî ye û wiha got: "Wekî berê polîtîkayên zilmê tu pirsgirêk çareser nekirin e. Îro jî ev polîtîka pirsgirêkan çareser nakin. Ev polîtîkayên zilamê nû nîn in. Bi sedan salin li dijî Kurdan ev polîtîka tên meşandin. Bila hemû kes bizane ku têkoşîna gelê Kurd li hemberî zilmê serî nadanê. Divê gelê me jî polîtîkayên dewletê baş bibîn e. Em li bendê ne ku bi hêz li dijî van polîtîkayan serî hil bidin. Ez bawerim ku gelê me sedama van polîtîkayên dewletê baş dizane. Ez bawerim ku gelê me dê bersiva van polîtîkayan bide."
Dîken: Hemû kes di hedefê de ye
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Îlhan Dîken jî keyfxweşiya xwe ya ji ber ziyaretê anî ziman. Dîken, diyar kir ku hemû kesên muxalîf ji ber ramanên xwe rastî polîtîkayên tunekirinê tên. Dîken, anî ziman ku 500 xwendekarên zanîngehan hatin girtin û gelek jî ji zanîngehan hatin avêtin û wiha got: "Berê dest bi komkirina siyasetmdarên BDP'î kirin. Pişt re parêzer, rojnameger, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û sendîkavanan kirin. Li dijî hemû kesên muxalîfa bêtehemulî heye. Hemû kes di hedefê de ye."
DÎHA/AMED
Bîlançoya faşîzmê ya hefteyekê
Terora binçavkirin û girtinê ya ji aliyê hikûmeta AKP’ê li hemberî siyaseta Kurdan tê birêvebirin bê navber berdewam dike. Di hefteyekê de 215 kes hatin binçavkirin.
Polîs û dadgehên Tirk ên ku bi biryara hikûmeta AKP’ê tevdigerin, hemû nirxên demokrasî û hiqûqê di avêjin bin lingan û di terora xwe yag irtin û binçavkirinê de berdewam dikin. Her kesê ji rexne li hikûmeta AKP’ê dike tê girtin. Ji zarok, jin, nivîskar, çepgir, sendîkvan, şaredar, hilbjartî û heta parlementer di girtîgehan de ne.
Daraz, polîs û çapemenî
Operasyonên qaşo di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin, piştî serketina Kurdan a di hilbijartina bihara sala 2009 de dest pê kirin. Heta niha bi hezaran kes hatine girtin. Heta niha tu delîl û sucên van kesên hatine girtin jî nehatine piştrastkirin.
Piştî komkujiya di 28’ê berfanbarê de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, hikûmeta AKP’ê dest bi operasyonên nû kir. Polîsên AKP’ê vê carê BDP, KES, ÎHD û sazî û rêxistinên çepgir kir hedef. Li gorî bîlayonçya 10-18’ê çile yak u ji aliyê ANF’ê ve hatiye berhevkirin, 215 kes hatin binçavkirin. di nava vana de gelek zarok jî hene.
Di hefteyekê de 215 binçavkirin
18’ê Çile : Li navçe û navenda Rihayê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hejmara kesên di serdagirtinên li Wêranşar, Xelfetî û navenda Rihayê de hatin binçavkirin gehişt 30 kesan. Di serdegirtinên li Xelfetiyê de Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Naîme Bayram, li Wêranşarê Endama Meclîsa Şaredariyê Ayşe Surucu, li navenda Rihayê jî Berdevkê Demê yê KESK'ê û Serokê Şaxa SES'ê Îsmet Karadag, Cenap Çay, Sidik Damar, Murat Dalli, Serdar Unal, Ahmet Soner, Mehmet Kocooglu, Mehmet Acar, Fatma Çakmak, Kerîmullah Ateş, Mehmet Sari, Sabri Otunç û 16 kesên din ên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyat Polisan li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina gundên Bolûhê û Kizvakê de li malan lêgerîn kir. Hate zanîn ku heta niha leşker û polîsan bi ser zêdetirê 20 malan de girt. Heta niha Mahfuz Baran, Ersin Alican, Murat Yılmaz û Ferhat Tarhan jî dinavde gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Di 18’ê çile de, Alîkarê Serokê BDP’ya Navçeya Bahçesaray a Wanê Nîhat Meşe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
17’ê Çile : Li navçeya Maltepe ya Stenbolê bi piştgiriya helîkopteran operasyon hate lidarxistin di encamê 8 kes hatin binçavkirin, Rêvebera BDP’ya Navçeya Toroslara Mêrsînê Remziye Baskak û hevserê wê Nezîr Baskak, li navçeya Kopa Mûşê jî di encama serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkin, li navçeya Gevera Colemêrgê jî 3 kes hatin binçavkirin.
16’ê Çile : Li Stenbolê xebatkara rojnameya Ozgur Gundemê Hatîce Bozkûrt û ajokara Parlementer Sebahat Tuncelê hatin binçavkirin. Di 15’ê Çile de li Manîsayê 5 zarok hatin binçavkirin, di 13’ê Çile de jî li Deriyê Sînor ê Xabûrê kesek hate binçavkirin û piştre hate girtin.
13’ê Çile : Di çarçoveya teror polîsên AKP’ê de ji aliyê sazî û rêxistinên sivîl ve weke “faşîzm” hate binavkirin, de bi ser 123 navnîşanan de girtin, di encamê de 39 kes hatin binçavkirin. Polîsan li Edene, Enqere, Stenbol, Mêrsîn, Çewlik, Îzmîr, Êlih, Amed, Sêrt, Riha Agirî, Mûş, Wan û Mêrdînê teror meşandin. Polîsan bi giştî bi ser 123 navnîşanan de girtin û di encamê de 39 kes hatin binçavkirin. Ji vana 33 kes di 17’ê çile de hatin girtin.
17’ê Çile : Yekineya Midûriyeta Polisan bi fermana Dozgerê Komarê yê Êlihê li dijî şaredariyên Sêrt, Misirc, Dih û Ciwanîka, di çarçoveya "Operasyonên KCK'ê" de bi îdîaya "Gendelî" hatiye kirin operasyon pêk anîn. Di operasyonê de Şaredarê Dihê (Erûh) Melih Oktayi, Hate zanîn ku di serdegirtinan de Alîkarê Şaredarê Misircê Çaçan Yorulmaz, Kurê Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Hakan Sadak endamên meclîsa şaredariyê, bi giştî 40 kes hatin binçavkirin.
Di 10-12'ê ile de 92 binçavkirin
Serokwezîrê Tirk polîs, leşker û dadgerên ku komkujiya Roboskî ya ku 35 kes têde hatin kuştin û operasyonên KCK’ê, pîroz kir. Piştî wê pîrozbahiya di 10’ê çileyê de, hema piştî wê, Şaredarê Bajargê, Şaredara berê ya Geverê Rûken Yetîşkîn û nivîskar Samî Tan jî di nav de 92 kes hatin binçavkirin. Di 16’ê çile de jî Şaredarê Bajargê Hurşîd Altekîn û Şaredara Berê ya Geverê Rûken Yetîşkîn hatin girtin.
Wergerandin girtîheke mezin
Niha Tirkiye mezintirîn girtîgeha li ser rûyê cîhanê. Îro 97 rojnamevan, 36 parêzer, 500 xwendekar, 16 şaredar û 8 parlementer, bi sedan hilbijartî, bi sedan zarok, çalakên jin û mafê mirovan sendîkavan û bi hezaran kes di girtîgehê de ne. Di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de, di sala 2009 de hate destpêkirin de, bi hezaran kes hatin binçavkirin û zêdetirê 5 hezar kesan hatin girtin.
Operasyonê di sala 2009'an de dest pê kir
Piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartina bihara sala 2009 de, operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan dest pê kir. Parlementer, rojnamevan, sendîkavan, hilbjartî, şaredar, siyasetmedar, zarok, jin, kal û pîr, parêzer û bi hezaran Kurd hatine binçavkirin û girtin. Bi giştî zêdetirê 5 hezar kesî hatine girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN