Kongreya Civaka Demokratîk ji bo pirsgirêkê girtiyan û girtigehan çareser bikin û balê bikşînin ser tenduristiya girtiyan li Mêrdînê komxebat pêk anîbûn. Di komxebatê de Sekreterê Giştî yê THÎV'ê Mettin Bakkalci û Endamê Konseya Yekîtiya Tabînên Tirk (TTB) Halîs Yerlikaya jî amade bûn. Mettin Bakkalci ku tev li komxebatê bû anî ziman ku ev pêkanînên li girtîgehan nayên qebûl kirin. Bakalci, da zanîn ku li Girtîgehên Tirkiyeyê heta sala 2005'an 55 girtî hebûn, lê niha 132 hezar girtî hene. Bakalci, da zanîn ku diu 6 salên dawî de 2 qat û nîv zêde bûye. Bakkalci, destnîşan kir ku di darbeya leşkerî ya salên 12'ê Îlona 1980'an de jî ew qas girtîgeh tije nebûbûn û wiha got: "Ger ku wisa bidome dê di demek nêzîk de hêjmar bigêje 250 hezar kesan. Em dibînin ku hêjmarek gelek zêde li di girtîgehan dene. Hev hovîtî û dînîtiye. Em dibînin ku ev li dijî demokrasiyê ye. Daraz bûye amûra girtin û tundiyê."
Bakkalci, da zanîn ku mafê girtiyan yê herî sereke pirsgirêka tenduristiyê ye û ev bafê wan ê bingehîn tê binpêkirin. Bakalci, bibîrxist ku ji ber girtî baş nayên dermankirin û di şertên giran de dijîn nexweşî li wan giran dibe û ev mafê wan ê dermankirinê tê binpêkirin.

'Efuyoya Serokomar kêr nayê'
Endamê Konseya Yekîtiya Tabînên Tirk (TTB) Halîs Yerlikaya jî anî ziman ku li Tirkiyeyê Gitîgeh bûne qada tundiyê.
Yerlikaya, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hêjmara girtiyan derketiye asta herî jor û wiha got: "Di dîroka komara Tirkiyeyê de bi qasî niha hêjmara girtiyan zêde nebûye. Li girtigehan pirsgirêka girtiyên nexweş zêde ye. Niha 520 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran heye. Heta niha me serî li gelek rayedarên têkildar da. Lê heta niha tu encam nehatiye girtin. Mixabin êdî pergala efûya Serokomartiyê jî kêr nayê.
Serokê Şaxa TUHAY-DER'ê ya Amedê Sirri Dogan jî anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehan pir xerab e û li Girtîgehan girtiyên nexweş li ber deriyê mirinê ne. Dogan, destnîşan kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de rewşa girtiyên nexqeş girantir bû û wiha got: "Niha 248 girtî rewşa wan pir giran in û 47 girtî li ber deriyê mirinê ne. Di 3 salên dawî de 33 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. 

STENBOL