Bertekên li dijî girtina rojnamegeran her ku diçe mezin dibe. Piştî di 20'ê kanûnê de li dijî buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, kovara Moderniteya Demokratîk, Ajansa Etikê û Çapxaneya Gundê de serdegritin pêk hat û ji 48 rojnamegeran 35 rojnameger hatin girtin, bertekên li dijî rojnamegeran jî zêde bûn. Rojnamegeran xwest berî her tiştî xala TMY'ê bê rakirin û guhertin.

Îpekçî: Li dijî çapemeniyê  komkujî ye
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî jî anî zimanu girtina rojnamegeran ji bo Tirkiyeyê şermek mezin e û wiha got: "Divê bi lezgîn rojnameger bên berdan û xala TMY bê guhertin. Li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran komkuja li dijî çapemeniyê ye. Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nemaye. Ji xwe zagon ji bo azadiya çapemeniyê ji holê rakin tên amadekirin. Niha hemû hêviyên me ji daraz, parlemento û yekîtiya ewropayê qut bûye." Îpekçi, bal kiyand ser daxuyaniya Beşîr Atalay a "Operasyonên KCK'ê bi plan e" û wiha got: "Wê demê serbixwebûna darazê tune. Hemû biryarên darazê ji liylê wezarîr û hikûmetê ve tê dayîn. Wê demê daraz ne serbixwe ye. Hemû ferman li gorî daxuyaniya Wezîr Beşîr Atalay tê dayîn. Îpekçî, da zanîn ku êdî tiştekî bêjin tune û ev yek nayê qebûlkirin.
Îpekçi, da zanîn ku parlemento tenê vê rewşê temaşe dike û wiha got: "Em ketin girtîgehê, em hatin girtin, darizandin. Hêj ji me çi dixwazin. Ji me dixwazin ku em êdî nenivîsin. Heta ku TMY neyê guhertin ev pirsgirêk nayê guhertin. Niha 96 rojnameger girtî ne. Ger ku em belavkaran jî têxin nav hêjmara rojnamegerên ji 200 kesan zêdetir dibe.

Federasyon: Rewşek şermê ye

Endamê Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê Arne Konig ku ji bo doza rojnameger Ahmet Şik û Nedîm Şener bişopîne hate Tirkiyeyê diyar kir ku rojnameger ji ber xebatên xwe hatine girtin û ev yek ji bo Tirkiyeyê şermek mezin e. Konig anî ziman ku ew dê vê dozê bişopînin û wiha got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgehek mezin. Em dizanin ku niha 2 hezar doz û 4 hezar lêpirsîn di rêzê dene. Di welatên demokratîk de girtina rojnamegeran nayê qebûlkirin. Em wekî feredasyonê girtinê şermezar dikin.
Rojnameger Hîlmî Acaloglu jî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û diyar kir ku ev kes ji ber rojnamegerin tên girtin. Acaloglu, da zanîn ku li Tirkiyeyê rojnamegerî di bin talûkeyê dene û wiha axivî: "Îro zêdeyî 100 rojnameger girtî ne. Ev kes bi rêya TMY'ê tên girtin û ji aliyê Dadgehên bi Rayeyên Taybet tên girtin."
Acaloglu, destnîşan kir ku bêyî delîlan kom bikin der barê mirovan de biryara înfazê digirin û rojnameger bêyî sûc tên darizandin û wiha dawî li axaftinê anî: "Li Tirkiyeyê ji bo vê dozê em bi biryarin ku heta dawî têbikoşin. Heta ku diçe bila biçe em dê têbikoşin." 


 DÎHA/STENBOL  




Ji bo rojnamegerên girtî kart



Berdevkê Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamevanên Girtî (TGDP) Necatî Abakay di daxuyaniya bi awayê nivîskî da de bi bîr xist ku dê 95 rojnamevanên girtî sala xwe ya 2012 di girtîgehê de derbas bikin.
Abakay da diyarkirin ku heta niha jî 17 jê xwediyê îmtiyazê û rêveberên karên nivîskî, bi giştî 95 rojnamevan di girtîgehê de ne û dê di girtîgehê de sala 2012 pêşwazî bikin.

Akabay diyar kir ku di sala 2011 de 39 rojnameger di girtîgehan de bûn, lê îsal ev jimar bû 95 û bi vî awayî Tirkiye di warê girtina rojnamevanan de bû yekemînê cîhanê û banga şandina kartan bo rojnamevanên girtî kir.

ANF/AMED