Buroya Tenduristiyê destnîşan dike ku şer û peçûnên li Sûriyeyê bandoreke neyênî li ser gelek beşên jiyana rojana ya gelê rojavayê Kurdistanê dike û nexweşên pençeşêr, şekir û gurçikan ji ber kêmbûna dermanan bi mirinê re rû bi rû ne.
Daxwiyanî wiha dewam dike “Ji ber ku rêyên dinavbera herêmên Rojava û bajarên din ên Sûriyeyê girtîne nexweş bi rêya deriyê sînor yê Sêmalka derbasî Irak û Kurdistana Başûr dibûn û dihatin derman kirin, lê ev derî bi biryareke dijî mirovahiyê û hemû ehlaqên civakî ev 2 mehin hatiye girtin. Her çend berî çend rojan rayadarên Başûrê Kurdistan dihiştin ku xweşên rewşan wan awarte derbasî Başûr bibin, lê ev çend roje nahêlin ev kesan jî derbas bibin. Ev tewanekî miroviye.”
Buroya Tenduristiyê diyar kir ku girtina deryên sînor yê Sêmalka liber nexweşan dibe sedema mirina mirovan û bi ti awayî nayê pejirandin. Di dawiya daxwiyaniyê de Buroya Tenduristiyê ji bo vekirina deriyê sînor bang li rêxistinên mafê mirov yên Navnetewî kirin ku, zext li rayadarên başûrê Kurdistan bikin da ku deriyê Sêmalka ji alîkariya mirovî vebibe.
ANHA/QAMIŞLO