Şeker destnîşan kir ku bi salan e bi hesreta ked, biratî, evîn, hezkirin, azadî û hestên mirovane dijî û wiha got: "Min ser gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dan heta koçberî û xerîbiyê û li ser kêmasiya ziman nivisandin. Dîsa li ser çanda elewîtiyê jî min çend tişt nivîsandin. Êdî divê hemû kesên xwendin û nivîsandina wan hebe pêxiste hevokek be jî bi zimanê zikmakî binivîsin."
ANF/ÎZMÎR
Ji Weşanên AVA sê romanên nû
Li dinyayê li ser destanên gelan roman têne avakirin. Di nav kurdan de jî ev yek dest pê kir. Nivîskar Ronî War niha bi sê romanan derket pêşberî xwendevanan ku ev romanên wî li ser destanên kurdî hatine avakirin.
Mezopotamya ji hêla çand û wêjeyê ve gelekî dewlemend e. Lê ev çand û wêje piranî bi destanan û bi wêjeya devkî bi sînor bûye û zêde nebûye mijara romanan. Berî niha hin nivîskarên ku hin destan kiribûn roman, niha Ronî Wan jî li wan zêde bû. Ronî War ku îsal li ser Feqiyê Teyran romanek nivîsî bû niha destanên “Mem û Zîn”, “Siyabend û Xecê”, “Tehar û Ziharê” kir roman.
Ev destan li nav kurdan têne zanîn, lê nivîskar bi rêya romanê şiklek nû daye van destanan û kîteyên ji nav destanê bi şêwaza xwe pêşkêş kiriye.
Careke din derxistina destanan ya li ser nivîsê, derxistina pêş xwendevanan wekî gaveke erênî tê dîtin; lê nivîskarekî bi carekê de derxistina sê romanan bi hev re di nav kurdan de berê tiştek wisa nehatiye dîtin. Helbet her sê roman jî ji aliyê şêwe û teşeyê ve hêjayî nirxandinê ne ku rexnegirên kurd van romanan binirxînin. Lê ji aliyê zêdebûna pirtûkên/romanên kurdî û xwendevanan ve ev her sê roman wekî dewlemendiyeke derdikevin pêş.
Her sê romanên Ronî War, “Mem û Zîn”, “Siyabend û Xecê”, “Tehar û Ziharê” ji Weşanên Ava derketin. War di Fûara Pirtûkan a Stenbolê Tuyapê de dê hem di paneleke bi navê “Destanên Kurdî” de roja 14.11.2011'an Saet 16.00'an de li Salona Marmara dê qala destanan bike, hem jî li standa Weşanên Ava pirtûkên xwe îmze bike.