Benlîsoy, helwesta Sûriyeyê jî wek ‘dijberê Amerikayê’ nirxand û got ku Suriye êdî nikare xwe ji bandora tevgerên gel rizgar bike. Benlîsoy, tevger û helwesta Beşar Esad jî bi gotinên wek ‘Li hemberê vê yekê jî Esad hêdî hêdî întihar dike’ nirxand. 
Benlîsoy, derbirî ku muxalefeta Sûriyeyê jî niha heman xeletiyê dike û hêdî hêdî li hemberê elewiyan dikeve nav çalakiyan û wiha nirxand: "Ev talûkeyek mezin e û dê tenê li Sûriyeyê bi sînor nemîne. Dê li hemû heremê pêvçûnên mezhebî derxe holê. Ev yek jî dê bibe sedema encamên pir trajîk."
Benlîsoy piştgirî da çûyina Esad û got ku li hemberî zilma Esad ji ber ku muxalefet jî serî li berxwenadek çekdarî dixe ji bo pêşeroja Sûriyeyê û heremê talûkeyek mezin e. Benlîsoy, berxwedana çekdarê û pêvçûnên di vî warê de jî wiha nirxand: "Ev yek îhtimala mudaxeleyek navneteweyî tîne rojevê. Ji ber ku êdî hêzên heremî bi Sûriyeyê re pir zede eleqedar in. Meseleya Sûriyeyê çiqas bibe sedema krîzek heremî ewqas îhtimala mudaxeleya navneteweyî jî derdikeve holê. Lê mirov dikare bêje derketina pevçûnên mezhebî dê rihê muxalefetê bi rizîne." Benlîsoy deruniya Esad jî bi gotina, "Nihîlist" anî ziman û got ku Esad dibêje, "Piştî min tofan, welatê xwe jî dike parçeyek felaketa xwe."
Benlîsoy ev helwesta Tirkiyeyê jî wiha şirove kir: "Beriya niha tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi Sûriye û Libyayê re tune bû. Niha Tirkiyeyê di têkiliyê xwe yê bi Sûriyeyê re 180 derece berî guherand. Bi rastî Tirkiye piştî berxwedanên li Rojhilata Navîn neçar ma ku helwesta xwe biguhirîne. Tirkiye li vir nêzikê bloka Rojava tevdigere û dixwaze li heremê serkêşiya vê xetê bike. Li Rojhilata Navîn rola Qetar û Tirkiyeyê nêzikê hev e. Suriye ji ber mesele û doza Kurd zedetir Tirkiyeyê eleqedar dike. Piştî mudaxeleya Iraqê li gel ku bi dilê Tirkiyeyê nebû li wir otonomiyek Kurd derket holê. Ev li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê bû. Tirkiya niha ji bo heman tişt Li Sûriyeyê rû nede û li wir otonomiyek Kurd dernekeve holê çi ji destê wê tê dike. Ji bo ku vê yekê asteng bike dê hemû tiştî bike. Tirkiye dizane ku ev tevger û berxwedanên gel ewqas bi hêzin ku dê Esad jî biçe. Tirkiye ji bo vê yekê piştgirî dide hîzba Îxwanî Muslimîn û bi egerek mezin di çekdarkirina wan de rola Tirkiyeyê heye. Dîsa muhtemel e ku di dema mudaxeleyek navneteweyî de dê Tirkiyeyê li herema Kurd ya Sûriyeyê heremek tampon ava bike. Li wir bê guman esas dê bixwaze ku rê li ber avabunek weke Herêma Kurdistan a Federal ku li Êraqê derketiye holê bigire. Û li gel vê jî piştgirî bide hezên nêzikê xwe."

Benlîsoy, derbirî ku ji îro pêde him ji bo Sûriyeyê û him jî ji bo giştiya heremê xetereya/metirsiya herî mezin derketina şerên mezhebî ye. 

ANF/ENQERE