Di nava heyeten ku hatin doz şopandin de Endamên Yekîtiya Rojnamegerên Alman jî amade bûn. Endamê Sendîkaya Yekîtiya Rojnamegerên Alman Michael Backmund   diyar kir ku em wekî rojnameger û sendîkaya rojnamegeran vê darizandinê bir bi fikar û tirs dibînin. 100 rojnamegerên ku tenê ji bo erk û pîşeya xwe pêk tînin tên darizandin û ev ji bo me skandalek e."
Backmund, destnîşan kir ku mafê her rojnamegerî heye ku li rastiyê bigere û rastiya ku dît binivise û parve bike û wiha got: "Her nivîskar dikare şirove û nerînên xwe binivîse. Ev dibe bê hesabê hin kesan û dibe neyê hesabê hin kesan. Ger ku neheqî û li dervê rastiyê nenivîse nabe pirsgirek. Rojnameger ji ber kar û pîşeya xwe wekî "Terorîst" tên dîtin. Ev skandala hiqûqê ye. Ji bo em piştgirî û alîkariya rojnamegerên girtî bînin ziman em hatin vir. Li vir tenê rojnamegerên girtî nayên darizandin. Di şexsê wan de hemû rojnamegerên Kurd tên darizandin." Backmund, destnîşan kir ku hikûmet bi zextên li ser rojnamegeran dixwaze peyama 'Ger hûn daxwazên me nenivîsin û li gorî me nenivîsin em dê we bavêjin hundir' bide rojnamegeren Kurd. Ev nayê qebûl kirin û li dijî hiqûqî ye."

'Li Ewropa tiştekî wisa tune'
Backmund, destnîşan kir ku li Ewropa tu mînakên bi vî rengî tune û wiha got: "Di salên 1970'an de tiştên wisa pêk dihatin. komek gerîla ku li bajar gerilatî dikir, dema rojnamegerekî li ser wan nuçe çêdikir, li gorî xala 129'an wekî 'terorîst' dihatin dîtin. Li ser çapemeniyê her tim zextên wisa pêk hatine.
Bavê Xwediya Îmtiyazê ya DÎHA'yê Zuhal Tekiner Mehmetşah Tekiner, anî ziman ku li gel zextan dê pênûsa zarokên xwe li erdê nehêlin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Tekîner, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Niha zarokên me dîl hatin girtin. Faşîzma AKP'e zarokên me dîl girtine. Tu sedema girtina wan tune. Em dixwazin rastî aşkere bibin. Ji bo ruyên wan ên rast û qirêj aşkere kirin zarokên me girtin. Em her tim li cem zarokên xwe yên girtî cih digirin û bila hikûmeta AKP'ê ya faşîst baş zanibe ku em dê pênûsa wan li erdê nehêlin."

'Mafê parastinê tê binpêkirin'
Rojnameger Ertugrul Mavîoglu jî destnişan kir ku her tim li Tirkiyeyê dozên bi vî rengî tên dîtin û wiha got: "Li Tirkiyeyê her tim doza çapemeniyê heye. Di şexsê rojnamegerên Kurd ên girtî de hemû çapemenî tê darizandin. Weki hemû dozên din mafê wan ê zimanê zikmakî jî tê îhlalkirn." Tenê 2 rojnamegeran mafê axaftinê wergirt. Ertuş bi Kurdî xwest mafê parastinê bike. Yuksel Genç bi Tirki axivî. Lê destûr neda parastina Kurdî. Hişmendiya 12'ê Îlonê dubare dibe. Di sala 2012'an de jî dibêjin bi Tirkî biaxive pir bi axive. Li vir hiqûq û edalet tune. Biryarên hikûmetê derbas dibin. Kurd bi giranî para xwe ji vê neheqiye digirin." 

DÎHA/STENBOL