Bi hezaran xwecihiyên navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bi meşekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şehba û Kantona Efrînê, şermezar kirin. Meşvanan alên YPJ/YPG, TEV-DEM, Kongreya Star, YCR, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd rakiribûn. Her wiha pankartên bi nivîsên "Em dibêjin Erdogan dê her bostek ji xaka Efrînê ji te û çeteyên te re bibe goristan", "em tev di avakirina welat û şerê li dijî terorê û êrîşkeriyê de hevkar in", "em şehîdên xwe di axê de venaşêrin, lê belê em di dilê xwe de vedişêrin" hilgirtibûn. Meşê ji goristana Cindirêsê ya navenda navçeyê dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê re heta deriyê ketina navçeyê dewam kir. Bi hezarên ji xelkê Cindirêsê bê navber siloganên ”Erdogan faşîst e” gotin.
Rayedar tevlî bûn
Meş li deriyê ketina navçeyê veguherî mîtîngê. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê TEV-DEM`ê endamê rêveber Xelîl Efrîn, li ser navê gelê Ereb ê herêmên Şehbayê Şêx Mihemed Cuma yê ji êla El-Niêm, li ser navê Kongreya Star a navçeyê Hêvîn Tahir, Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd Husên Termoş, Endamê Desteya Rûspiyên Êlên Navçeya Cindirêsê şêx Ebdulrehman Murad, axîvin.
Ji êrîşan re em bersiv in
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelên Efrîn û Şehbayê wê her tim li rex şervanên QSD`ê bin û bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker bidin.Axaftvanan diyar kir ku Tirkiyê dixwaze dîsa dagirkeriya Osmanî li herêmê vegerîne û gotin: ”Em ji cîhanê re dibêjin ku wekî Kurd, Ereb û Turkmen em yek dest in û em ê bi berxwedan û yekîtiyê bersiva her êrîşê bidin”. Mîtîng bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şêniyên herêmên Şehba û Kantona Efrînê bi dawî bû.
EFRÎN