Di Gulana 2015'an de Komisyoneke ji 21 kesan ku bi tenê 4 ji wan jin bûn ji bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê ji aliyê Parlemana Herêma Kurdistanê ve hatin wezîfedarkirin. Komisyonê destpêka Hezîranê dest bi nivîsandina destûrê kir û divê heta 19'ê Tabaxê destûr amade be û paşê jî di referandûmê re derbas bibe. 

Di vê komisyonê de tenê endamên partiyên siyasî yên di hikûmetê de hene û temsîla hemû pêkhateyên din ên herêma Kurdistanê ji etnîk, ol û mezheban, mînak pêkhateya Êzîdî, Kakeyî, Feylî, Asurî-Suryanî, Tirkmen û hwd. ne. Dema Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê projeya xwe ya ji bo destûrê radestî vê komisyonê kir, vekirî ji nûnerên tevgerê re gotine "projeya we gelek baş e lê ne mumkin e  ji sedî 40´ê rêveberiyê ji bo jinan werê qebulkirin." 

Jixwe nivîsandina vê destûrê hem di bin zexta navneteweyî de û hem bi daxwaziya gel û saziyên sivil, çapemenî û hêza Muxalefeta civakî  kete rojevê. Ji Lewma heta niha herêma Kurdistanê bi destê partiyên desthilatdar, şîrket, malbat û navendên nayên dîtin, tê birêvebirin. Ev rewş nelirêtiyeke pir kûr bi xwe re aniye, niha jî rewşa Başurê Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve gihiştiye qonaxekê ku peyva kirîzê êdî jê re kêm dimîne. 

Di destpêkêkî de ev komiyson bi rengêkî hatiye avakirin ku nikarê destureke li gorî pêdiviyên civakê formule bike. Destûr sistema herêmê weke "sisteme komarî û perlemanî" pênase dike, lê tu pêkhateyek nava herêma de mafê wan nîne ku herêmeke xweser ava bikin. Ji bilî pêşmerge û polîs ti hêzeke çekdar nakare li herêmê hebin. Ev zihniyeta ku vê destûrê formule dike, destpêkê de dixwazê hemû tiştên ji bo avakirina sistemeke demokratîk bin navê zagonê de asteng bike û bi tevahî sistemeke navendî ava bike ku kesêk nekaribe qala mafê xwe yên demokratîk bike. 

Destûr qaşo wê demokratîk be lê aliyeke dibêjê "mafê hemû pêkhateyên olî û etnîkî qebul dike" lê li aliyê din zextêke mezin heye ku çavkaniya qanûnî bibe ola Îslam, li aliyeke tê gotin wê destûr bi pirensîpên olî yên nayen guhartin nakok nebe û aliyeke din tê gotin ku "destûr wê bi pirensîbên demoratîk nakok nebe".

Mêjiyê ku vê destûrê dinivîsê bi qasî rewşa siyasî, bi xwe jî di kirîzê de ye. Nivîsandina destûrêke bi vê mêjî wê çi jê derkevê? Bê guman kirîz û kaos. 

Goran, YNK û hêzên Îslamî tenê di tiştêkî de li hemberê PDK´ê radiwestin, ew jî berovajî PDK, ne ku her tişt ji bo Kursiya Serokatiya herêmê difikire, ew sîstemeke perlemanî dixwazin, wêdetir ti projeyeke zelal a civakî nîne. Bi taybetî di warê siyaseta demokratîk de ne tenê ku nêrîneke zelal nîne, lê li dora sistemeke navendî tên-diçin û civak jî kirine qurban. 

Dema komîsyona ji 21 kesan destûrê dinivîsîne, tirs û fikarên PDK´ê hene maddeyên ku înîsiyatifa Serokê Herêmê sinordar bike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji komîsyona bilind a hilbijartinê kir ku di 20´ê Tebaxê de hibijartina Serokê Herêmê pêk bînin. Ji ber ku 19´ê Tebaxê de dema serokatiya wî bi dawî dibe. Lê ne pere heye û ne dem ji bo pêkanîna hibijartineke wisa. Ji xwe komisyona bilind a Hilbijartinê bersiva retkirinê da Barzanî. 

Lê niha koma PDK'ê li perlemanê her kes û aliyekî tehdîd dike, eger israr li sîstema perlemanî bikin wê lihevkirin-konsensus a heyî xira dibe. Çi ji konsensus fam dikin? Divê herkes li ser tiştên ew dixwazin bi wan re hemfikir bin, ev jî tê wataya sistema navendî û bê îrade kirin herkes û aliyeke din. 

Dema ev kêşmekêş û xwe li hevrakişandin diqewimin, nerazîbûnên gel mîna beroşa ser agir dikelin. Kengî û çawa biteqe ne diyar e. Ji ber ku benzîn, mûçe, av, elektirîk nîne. Lê tenê ji bo gel nîne, ji bo çîna desthilatdar dinya gul û gulistan e.  Û di nava gel de jî, ji bo kûrsiyekî her kes xistine nava kirîzê.