Di nirxanidan rojnameyê de, bal hat kişandin ku her çiqas tehwîlên Dewleta Elmanyayê dide windakirin jî dîsa aleqeyê dibîne û nêrîna wekî “Gelek aktorên di piyasaya fînansê yên navneteweyî de dixebitin piştrast dikin ku herema euroyê li ber kêleka kendalê dans dike û heta dibêjin ber bi kendalê ve gavek jî hatiye avêtin” hat bilêvkirin
Rojnameyê derbirî ku ji bilî Elmanya, Avusturya û Hollandayê bawerî bi gelek kêm dewletan maye û destnîşan kir ku Amerîka jî ku tehwîlên dewletê di bin asta enflasyonê de ye heman rewş tê dîtîn.
Şîrovekerê FTD’ê parast ku li Yunanistan, Portekîz û Îtalyayê bernameya tasarufê tê pêkanîn û ev nêrîn anî ziman: “Jixwe aliyek nebaş yên bernameyan jî heye ku mezînbûnê dide rawestandin û ev jî dibe sedema rewşekî xerabtir. Lê eger reformên esas pêk neyînin.”
Gotara sereke bi nêrîna wekî, “Gelek aktorên bandorê li ser bazarên navnetewî dikin, piştrast dikin ku herema Euro’yê li ber hilweşînê ye.

Mudaxeleya krîtîk a li Swêdê 

Her wiha, Bankaya Navendî ya Swêdê (SNB) 1,20 frank, li 1 euroyê da rawestandin. SNB’ê wiha diyar kir: “Frangê Îsvecê zêdetirê bi qîmet ket” û daxuyand ku wan birayar 1,20 frank ê li ser 1 euroyê bidin rawestandin girtine.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku qîmetbûn frankê Swêde ji bo aboriya vî welatî dibe sedema gevên mezin û hat diyarkirin ku, destûr nadin parîteya euro-frank bikeve bin 1,20 frankê.

Piştî daxuyaniya banqeyê frangê Swêde li hemberî euroyê ji sedî 8,5, li hemberî dolarê Amerîkayê jî ji sedî 8 nirxê xwe winda kir.

ANF/BERLÎN