Meşa dirêj ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Nûnertiya PYD’ê û Kongreya Star a li Başûr jî çûn serdana maşvanan û çalakiya wan girîng nirxandin. 

Meşa dirêj a ciwanan doh saet 09:00’ê sibê giha gundê Hesar yê ser bi bajarê Kerkûkê ve. Nûnertiya PYD’ê û Kongreya Star a  li Başûrê Kurdistanê çûn serdana maşvanên meşa dirêj a ciwanên Başûr li gundê Hesar û peyama xwe pêşkêşî ciwanan kir. Nûnera Kongra Star ya li Başûrê Kurdistanê Cîhan Celîl di peyama xwe ya ji bo ciwan de got: “Vê çalakiyê mohra xwe li dîrokê da. Li Rojava û hemû cihanê gel di çalakiyan de ne. Lê çalakiya ku bandora xwe li herçar parçeyên Kurdistanê bike ev çalakî ye.”

Cîhan Celîl wiha îşaret bi girîngiya dewamkirina çalakiyan kir: “Heta Ku Rêber Apo azad bibe, heta komploya navnetewî dewam bike û hata ku dijminên gelê Kurd li ser gelê Kurd siyasetê bikin, em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

Her wiha nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Heso jî ji bo ciwanan axivî û got: “Ev 18 sal in gelê Kurd û mirovahî dilbiêş û azadîxwaz in. Her roj ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya gelê  Kurd di nava têkoşînê de ye. Belkî  Rêber Apo bi ceste ne di nav me de ye, lê bi fikir, raman, exlaq her dem li gel me ye.”

Ciwanan paşê meşa xwe ber bajarokê Pirdê ve dewwam kir. Tê payîn ku çalakvan îro jî ber bi bajarê Hewlêrê ve dimeşin.

Meşa ciwanan a dirêj 10’ê Sibatê bi daxwaza azadiya Ocalan ji bajarê Silêmaniyê destpê kir û îro bi gihiştina bajarê Hewlêrê bi dawî dibe.


BERHEM LETÎF / ROJNEWS / KERKÛK