Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed şevê din bi awayekî zindî beşdarî bernameya Binxet a Televizyona Ozgur Gun TV bû û derbarê rewşa Minbicê û bandora wê li ser itafaqên dijber ên nû ku li ser Rojava û Sûriyê têne meşandin nirxandin kir.

Ilham Ehmed da zanîn ku rizgarkirina Minbicê wê ji hemû pîlan û itîfaqên dijber ku li dijî gelê herêmê têne meşandin bibe bersiv û dijbertiya wan vala derbixe û wiha dom kir: “Rizgarkirina Minbicê paqijkirina xeta sînorê Rojava ye û dê kantonên Rojava nêzî hev bikin.”


‘Armanc astengkirina federaliyê ye'

Ilham Ehemd her wiha da zanîn ku Hikûmeta Tirk itfaq xwestiye û armanca wan ji vê yekê ew e ku rêjîm rê nede ku sîstema fedraliya demokratîk li Rojava pêk were û da diyarkirin ku pirojeyên Tirkiyê yên avakirina rêveberiyeke wekî ya AKP’ê li Sûriyê têk çûn û wiha dom kir: “Piroje û armancên wan têk çûn. Ji ber vê yekê Tirkiyê bi rehetî dikare bêje ez ê rê li pêşiya muxaliftê bigirim, lê divê tu jî nehle li Rojava-Bakurê Sûriyê Sîstema Fedraliya Demokratîk pêk were.”

Ilham Ehmed itîfaqa di navbera rêjîma Sûriyê û dewleta Tirk nirxand û got ku metirsîn tune ye û wiha pê de çû: “Beriya niha di dîrokê de gelek caran şoreşên kurdan bi vî rengî têk çûne. Wê demê şoreşên kurdan xwe bi tememî dispatin cihekî, dema wî alî piştgirî dida rawestandin, şoreş diket. Lê niha rewş ne ya berêye. Me xwe bi temamî ne spartiye tu aliyekî. Em bi hemû aliyan re dikarin itîfaq bikin. Em şerê kesî nakin, şerê me şerê parstinê ye.”


‘Itafên têne kirin wê bandora neyînî neke’

Ilham Ehmed li ser pirotokola ku di navber PDK û Amerîka ku ji bo rizgarkirina Mûsilê hatiye imzekirin û bandora li ser hemleya Mibicê heye yan na jî got ku, PDK’ê neçar bû ye ku itîfaq bike û wiha domand: “Ew hamle dema wê hatiye. Ji ber hilbijartinên Amerîka nêzîk bû ye, divê destkeftinên mezin bi dest bixin. Ji ber wê dixwazin opersyona Mûsilê jî bide destpêkirin. Ez bawer nakim ku bandorekê li opersyona Minbicê bike. Armanca Amerîka ji pirotokolê ew e ku hêza heyî belav nebe, PDK’ê jî niha neçar bû ye, divê mûçeyên pêşmergeyên xwe bidin. Yanî PDK’ê di vê îtfaqa de neçar bû ye.” 


NAVENDA NÛÇEYAN