Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Haluk Gerger tezkereya ji aliyê meclîsa Tirk ve hate pejirandin nirxand û got; “Nirînek pûç e”. Gerger hikûmeta AKP’ê hişyar kir û diyar kir ku ger hûn vê polîtîkaya xwe bidomînin, sibê dusibe, hûn dê binêrin di nava şer de ne.
Gerger destnîşan kir ku tezkere ne tiştek balkêş e û got; “Ji destpêkê ve dihat dîtin ku dê ev yek heta vê derê were û dê xirabtir jî bibe. Ji ber ku Tirkiyeyê li ber çavên hemû cîhanê rola sorkirina şer hilgirtiye.”

Tirkiye dibe mudaxilê şerê navxweyî 

Gerger diyar kir ku hikûmeta AKP’ê her tim Sûriyeyê han dide û got; "Piştgirî dide çalakiyên teror û sabotajê yên li Sûriyeyê. Muxalefetê bi rêxistin dike û çekdar dike. Dibe mudaxilê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê. Tirkiye li Sûriyeyê bûye aliyek ê şer."
Bi ya Halûk Gerger ketina topa li Akçakaleyê qeza ye û wiha dibêje: "Avêtina topan wiha ye. Hedefên xwe derbas dikin. Li wir şerek heye. Çekên giran tên kararanîn. Ew çek carna 50 û carnam jî 100 metre dibin sedema bûyerên xemgîn."
Gerger diyar kir ku divê Tirkiye bi sebir nêzîkê vê yekê bibe û got; "Tirkiye dikare lêkolînek berfireh bixwaze, dikare tazmînat bixwaze. Lê vê nake, hema dest bi galgaleyên şer kiriye."
Gerger destnîşan kir ku helwesta îro ya Tirkiyeyê dişibe helwesta hikûmeta 55 salan beriya niha û mînaka tiştên ku di 1957’ê de qewimîn da; "Tirkiye di sala 1955’ê de ji bo rejîma Sûriyeyê were guhertin, bi Amerîka û Îngilîstanê re tevgeriya. Hemû belge aşkere ne. Tirkiyeyê 50 hezar leşker şand sînor, balefirên şer firand, ji bo şer li ser sînor çêbibe, hin gundên sînor bûmbebaran kir, gundiyên Sûriyeyê revandin. Ji bo handana Sûriyeyê ji bo zemînê dagirkirinê amade bike, ji bo pevçûnek çêbibe û dixwaze vî sûcî biavêje stûyê Sûriyeyê. Binêrin heman tişt 55 salan careke din dikin. Lê çi bû wê demê? Nasir got ku : 'Bila Tirkiye ji bîr neke ku cîranên wê yên pir bi hêz hene' û Yekitiya Sovyetê destnîşan kir. Û wê demê Kruşçev li Amerîkayê, li New York civînek çapemeniyê li dar xistin û got ku ‘Ger Tirkiye wiha bidomîne, şer dê çêbibe. Ger şer çêbibe, Tirkiye nikare 24 saetan li ber xwe bide, lê Tirkiye êdî ne meseleya Tirkiyeyê ye, ger roket bêne avêtin, kes nizane dê li ku bikevein. '
Gef li Amerîka û Îngilîstanê jî xwar. Îngilîstan û Amerîkayê paşde gav avêtin. Hikûmeta Menderes rê li ber şerekî vedikir. Heta gotin 'Ka em alîkariyê bidin IMF’ê Tirk rehet bibin. Binêrin, îro NATO, Neteweyên Yekbûyî îro dibêjin em li pişt Tirkiyeyê ne, li aliyê Tirkiyeyê ne, lê her kes vê jî dibêje: Ji ber qezayên wiha şer çênabe. Ger ev şer mezin bibe, ewlekariya hemû cîhanê dikeve metirsiyê. Ji ber wê jî divê Tirkiye baldar be. NATO jî vê dibêje, Amerîka jî dibêje. Lê Erdogan ji niha ve ketiye rewşa Menderesê ku pir jê hez dike. Bûyer ev qas aşkere ye. Em bi heman awayê trajedî-komîk li heman filmî temaşe dikin. Yên ku dimirin siviîl in, mirovên bêguneh in."
Gerger bal kişand ku di mijara destwerdanê wê di qada navneteweyî de tu kesek destekê nade Tirkiyeyê û hêza Tirkiyeyê tune ye ku dînîtiyek wiha bike.

'Herêm wê di nav agir de bimîne'

Gerger herî dawî ji bo tezkereyê ev tişt got; "A rast ev nirînek bê wate ye. Nirînek pûç e, lê ger hûn wiha berdewam bikin û sibê dusibe dê mantiqa objektîf we derbas bike, di carekê de hûn ê bibînin di nava şer de ne. Wê demê dê karesat çêbibin. Dê Îran bikeve nav, Hizbullah bikeve nav, Rûsya bikeva nav, Îngilîstan bikeve nav, Amerîka bikeve nav, dê tevahiya herêmê di nava agir de bimîne. Dibe ku di van karesatan de bi hezaran, dehhezaran, belkî bi milyonan mirov bimirin. Ji ber wê jî gava Tirkiye li hemberî dewletê din blof bike, divê baldar be. Bi rastî hikûmeta AKP’ê xwe wenda kiriye, ji ber wê jî rîskên wiha hildigire. Hemû cîhan ji vê rewşa Tirkiyeyê bi fikar e."

RÛKEN ADALI / ANF/STENBOL 





Li dijî tezkereyê nerazîbûn


Tezkereya ku rê li ber şerê dewleta Tirk û Sûriyeyê de vedike, li Meclîsê bi dengên AKP û MHP’ê hate pejirandin. Nerzîbûnên li hemberî vê yekê berdewam dikin. Ji BDP’ê Ertugrul Kurkçu û Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tanhan û Berdevkê Ji Nijadperestiyê re bêje “Raweste” (DurDe) Cengîz Algan tezkereyê ji ANF’ê re nirxandin.

Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu:

"Divê ev hewaya şer di deme zû de bi dawî bibe. Ji bo pevçûnên li Sûriyeyê bi dawî bibin, bi ya me hewldanên di asta navneteweyî de divê bêne zêdekirin. Pêwîstî bi vê heye. Divê hemû rêbazên leşkerî bêne redkirin. Beriya niha tê bîra me; em dizanin ku tezkereya par hate pejirandin, bi serê gundiyên Qilabanê ve teqiya. Bi ya min niyeta hikûmetê ne mijara sereke ye. Tu kesek nikare bêje rê li ber bûyerên wiha venake. Bi ya min gotinên “niyeta me ya wisa hebû, niyeta me ya wiha nebû” bêhûde ne."

Serokê Baroya Amedê Prz. Mehmet Emîn Aktar:

“Em bi tabloyek metirsîdar a polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Sûriyeyê re rû bi rû ne; em hatine wê rewşê êdî dibêjin ‘em dikarin leşkeran bişînin dersînor’. Ev amadekariyek a şer e, divê teqez li hemberî vê bê rawestîn. Em binêrin; Dê destwerdaneke leşkerî fêdeyek çawa bide gelên Tirkiye û Sûriyeyê. Tezkereyek ku tu fêde nade gelan hatiye pejirandin. Em ji titşên ku dive a niha li ser sînoran biqewimin pir bi fikar in. Erdîngariya me ketiye bin metirsiyê."

Berdevkê Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz:

 "Ev saleke ne tenê pirsgirêka Sûriyeyê ye; hemû polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî herêmê îflas krine. Em êdî bûn parçeyek ji şerê navxweyî yê li Sûriyeya ku di nava kaosekê de ye Serokwezîr daxuyaniyek da. Dibêje dê kesên ji tezkereyê re gotine “Na” dê çi hesabê bidin dîrokê. Belê rast e 5 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Lê AKP her roj rê li ber mirina bi dehan kesî vedike. AKP dê çawa hesabê bide?"

Berdevkê ji nijadperestiyê re bêje “Raweste” (DurDe) Cengîz Algan:

“Her carekê heman tiştên diceribînin û dixwazin encamên cûda bi dest bixin. Ev yek ehmeqî ye. Tirkiye di nava welatê xwe de gelek caran bû cîranê sînorê şer. Tezkereya şer jî di nava vê yekê de ye. Lê dîsa her tim wenda dike. Divê mirov ji van tiştan ders bigire. 19 meh in li Sûriyeyê şerek navxweyî heye. Nêzî 2.5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne."

 ANF/ENQERE