Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel li navenda JÎTEM'ê ya hestiyên ayîdî 26 kesan hatin derxistin daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HAK-PAR'ê û endamên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Bozyel, diyar kir ku bûyerên kiryar nediyar di dilê gelê Kurd de wekî birîna xençerê ne. Bozyel, anî ziman ku windayên bûyerên kiryar nediyar jî êrşa van biran e. Bozyel, da zanîn ku heta winda neyên ditîn û kiryarên wan neyên darizandin ew birîn nayên dermankirin.
'Cehenema zebaniyan a ji mirinê têrnebûn'
Bozyel bal kişand ser hestiyên di kolandina Îçkaleyê de derketin. Bozyel, bilêv kir ku Îçkale cihekî ji rêz nîn e. Bozyel, destnîşan kir ku navenda lêpirsîna JÎTEM'ê û cihê girtîgehê ji bo Kurdan ciheke "duryana mirinê" û "Cehenema zebaniyan a ji mirinê têrnebûn" e û wiha got: "Îro li her aliyê Kurdistanê hestiyên kesên hatin windakirin derdikevin."
Bozyel, diyar kir ku hemû kesên xwedî wijdan vê rastiyê dizanin. Bozyel, anî ziman ku Wezîrê Karên Hûndir Mehmet Agar ê wê demê got wan hezar operasyon li dar xistin, Serokwezîr Tansu Çîller a wê demê got lîsteya karsazên Kurdan a bên înfazkirin di destê wê de ye û wiha axivî: "Lijneya Ewlehiya Neteweyî wê demê ji bo qirkirina gelê Kurd biryar girt. Plana ji bo gelê Kurd têk bibin xistin dewrê. Dewleta kur li dijî hiqûqê tevnegeriya. Bi hemû sazî û dezgehên xwe dewlet bi xwe li dijî hiqûqê tev geriya."
'Bi raman wehşî a daxwaz tepisandin ru bi rû werin'
Bozyel, xwest ku gora hemû kesên winda bizanin û berpirsiyar bên darizadin. Bozyel, da zanîn ku aştî incax piştî vê yekê pêk bê û wiha pê de çû: "Em dixwazin bi ramana wehşî ya daxwaz gelê Kurd a jiyana azad tepisandi re rû bi rû bê." Bozyel, bilêv kir ku ramana wekî di avakirina komarê de dest pê kir bi komkujiya Roboskê berdevam dike.
DÎHA/AMED