
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, ragihand ku HPG’ê bi saziyên peywendîdar ên navneteweyî re der barê temenê girtinan şervan bo şer de peymanek mor kirine.
Karayilan ragihand ku agahiyên ku Nîhat Alî Ozcan têkildarê PKK’ê dane Komîsyona Temamker a Mafê Mirovan a Melcîsê ne rast in. Karayilan destnîşan ki ku vê komîsyonê li hemberî tevgera azadiya Kurdan veguherandine platformeke şerê psîkolojîk û ragihand ku di rojên borî de gerîlayan Qereqola bi Jimara 49 a li Çelê rûxandine.
'Ne komisyon platforma şerê psîkolojîk e'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê û got; “ Komîsyona Temamker a Mafê Mirovan a Meclîsê li hemberî Tevgera azadiyê bûye amûrek a şerê psîkolojîk. Veguheriye platformekê. Hin mirovan tînin, axaftinên wan mirovan ên li dijî tevgera me ji çapemeniyê re servîs dikin. Yên ne li dijî tevgera me jî nadin çapemeniyê. Yanî bi temamî veguheriye platformek a şerê psîkolojîk. Agahiyên ku wî kesî dane ne rast in. Dibêjin heta zarokên 9 salî jî girtine nava rêxistinê, ev yek ne rast e. Serokwezîrê jî beriya çend hefteyan gotibû ku 3 hezar zarok giritne nava rêxistinê û bi vê yekê me tawanbar kir. "
'HPG'ê protokol imze kirin'
Karayilan têkildarî sûçbarî û derewên derbarê tevgera wan de tên kirin de jî nerîna xwe anî ziman û bibîr xist ku HPG'ê bi saziyên navnetewî re li ser mijara temenê şervanan peymanek îmze kiririye. Karayilan wiha got: "Dîsa hin rêxstinên bi NY’yê re dixebitin û vê yekê dişopînin hene. Ez niha bêjim, HPG’ê beriya mehekê ji bo temenê girtina şervanan bo nava gerîlayan bi saziyek ji vana re protokol îmze kir. Dibe ku haya dewletê ji vê yekê hebe. Niha Serokwezîr û Nîhat Alî Ozcan daxuyaniyên wiha didin. Rast e yên di temenê biçûk de jî tevlî nava refên me dibin. Lê em ne zarokên 9 salî, yên ku em jêre dibêjin biçûk in 16-17 salî ne. Lê em dîsa jî zarokên wiha naşînin şer. Jixwe em nikarin wana hemû dîsa vegerînin. Lê ew di eniyê paş de têne perwerdekirin û ji bo dahatûyê têne amadekirin. Tiştek wiha hene, lê ne weke wan gotî, yên neh, deh, çardeh salî tune ne."
Detayên çalakiya Çelê...
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan têkildarî şer û pevçûnên dawî jî axifî. Karayilan bi taybetî ragihand ku çalakiya gerîlayan ya 9'ê Sibatê li Çelê pêk hat çalakiyeke berfireh bû û derbarê detayên çalakiyê de ev agahî dan: "Çalakıya ku gerîlayan di 9’ê sibatê de li navçeya Çelê pêk anîn, operasyoneke berfireh û çalakiyeke serkeftî bû. 10 cihên cûda yên leşkerî kirin hedef. Di encamê de qerqola bi jimara 49 hatiye rûxandin. Li cihên din jî derbeyên giran lê xistine. Jixwe HPG’ê ji bo armaca vê çalakiyê daxuyanî da. Ji bo operasyonên artêşa Tirk û tecrîda li ser Rêber Apo pêk hat. Lê waliyên AKP’ê û dewletê amadekariyên xwe yên di vî warî de kirine. Yanî amadekariya wê yekê kirine, kengê artêşa Tirk di çalakiyan de wendahî, dan ew ê di carekê de veşêrin. Lê aşkere ye ku li Çelê 43 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Yên ku ji vê yekê bawer nekin, bila biçin lê bikolin.”
Li Çewlikê çi bû?
Karayilan her wiha agahiyên derbarê şerê di navebar gerîlayan û hêzên dewletê yên li Çewlikê de jî parve kirin: " Ez pêşî fermandarê hêja Mahîr Başkale û her 9 hevalên me yên di berxwedana Çewlik-Xişxişokê de jiyana xwe ji dest dane, bi minet bi bîr tînim, sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurdistanê re dixwazim. Weke ku çapemeniya Tirk dibêje ku Fermandar Mahîr ji wan re hevalên xwe re gotiye 'bombeyên xwe bi xwe ve biteqînin, an ne em ê we bikujin' evane tiştên vir û derew in. Kesek ku giyanê xwe firotiye, yek tirsonek, teslîm girtine, û li wir didin axaftin; li ser vê yekê jî siyaset û propaganda dikin. Gelo madem 9 hevalên te şehîd ketin, yek jî birîndar bû, tu çawa bi saxî rizgar bû? Belkî ev berê reviyabe û xwe avêtibe bextê dijmin. Her 8 hevalên me yên din jî, herî kêm bi qasî Mahîr Başkale xwedî bi lehengî li ber xwe dan û ciwanên berxwedêr ên Kurdistanê ne. Ew tekoşer û şervanên hêja yên vê tevgerê ne. Di nava tevgera me de tu caran fermandar nikare bibêje xwe bikujin. Berovajiyê vê, beriya niha li Kanîreşê komek bi saxî hatin girtin. Em li vir dizanin ku şervanên nû yên li wir dixwestin li ber xwe bidin, lê ji aliyê fermandar ve hate astengkirin. Heta fermadarê hêja û tekoşer heval Serbest wezîfeya xwe bi cih aniye. Piştî ku hemû hevalên xwe derxistiye, weke ku bibêje “ez tu carî nakevim destê dijmin” dawî li jiyana xwe aniye û gihiştiye şehadetê. Nêzîkatiye pir hestyar û qehremantî nîşan daye. Yanî yên li wir xwestine li ber xwe bidin.”
ANF/BEHDÎNAN