"Bila HPG/YJA Star ji Şengalê derkevin.' Meclisa Jinên Êzîdiya Şengalê li Çiyayê Şengalê daxuyaniyek da û daxuyaniya PDK'ê nepejirand. Heval Şengalî daxuyanî xwend. Heval 73 fermanên ser Êzîdiyan hatî bibîr xist û da zanîn ku sedema herî sereke ya wan fermanan jî nebûna hêza parastina gele.
Heval destnîşan kir ku herî dawî di 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve Êzîdî û tayîbetî jî jin rastî êrîşek mezin hatin û wiha domand: "Bi sedan jin êsîr ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Bi hezaran mirov bi awayê hovane qetilkirin. Tenê sedema vê qirkirinê yên ku gotin emê we biparêzin û dawiyê em teslîmî çeteyên hov kirin bûn û nebûna rêxistina mebû."
Heval wiha berdewam kir: "Niha êdî Êzîdî û jinên Êzîdî weke berê nîne. Rêxistina me û hêza me ya herî giring a parastinê YPJ-Şengal û YBŞ heye. Niha PDK bi helwestên weke 'Ezê Şengalê biparêzim û ez hêzên Şengalê nas nakim. Bila hêzên HPG/YJA Starê ji herêmê derkevein' nîşandide. Em ji bo wan dibêjin; HPG/YJA Star em ji çeteyên we em teslîmkirinê rizgar kirin. Ji bo ku hun xwe bi vî gelî bidin efokirin tenê hun dikarin di pêvajoya azadiya Şengalê de cîh bigirin. Ti mafê weyê hun ji kesê re bêjin ji Şengalê derkevin nîne."
Vîna Êzîdiyan bipejirînin
Heval wiha pêde çu: "Hun neçarin vîna Êzîdiyan bipejirînin. Niha hêza Êzîdiyan a parastinê jî heye. Hun neçarin vîna me bipejirînin. Weke berê em nikarin pişta xwe bispêrin we. Ji bo wê jî em hêza xwe ya parastinê bingeh digirin. Îro bi sedan jinên Êzîdî ji bo azadiya Şengalê û parastina gelê xwe di berxwedanê denin. Ger ku PDK vê rastiyê nabîne diyare aramanca wan ne azadiya Şengalê ye. Tenê armanca wan deshilatiya xwe ya hilweşiyayî ji nû ve avakirine."
Heval bang li hemû hêzên bi navê Êzîdiyan dipeyîvin kir û got: "Em ji vêderê carekdinê bang dikin. Bila ji bo azadiya Şengalê li peyî deshilatiya xwe nekevin. Divê YPJ-Şengal û YBŞ bê naskirin. Divê vîna hemû saziyên me Êzîdiyan bê nasîn. Divê dest ji derketina HPG'ê berdin, ji ber ew nikarin biriyara derketina HPG'ê bidin."
JINHA/ŞENGAL