Hunermende Armanc got ku di salên 1980'an de li Tirkiyeyê ji bo mûzîka Kurdî xwedî kelecanek mezin bûye û wiha axivî: "Weke ciwanekê li Tirkiyê xwina me ji bo mûzîkê dikeliya. Lê belê ji ber polîtîkayên qirêj û zextên ser çanda Kurdan me nedikarî çanda xwe pêşbixin, bi çanda xwe stranan bibêjin." Armanc diyar kir ku piştî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemleyek nû di sala 1984'an de dest bi şerê çekdarî kir, bi xwe re huner jî germ kir.
Turhan balkişand ser kesên ku bi hunerê re mijûl dibe û wiha pêde çû: "Demên borî hêjmara stranbêjên Kurd ku bi hunerê, mijûl dibûn kêm bûn. Lê niha ev hêjmar gelek zêdeye. Bes hin kes bi rastî hunerê dikin an jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku li gorî çanda me, an jî Kurdîtiya me hunerê nakin. Divê huner ji bo gel be ne ji bo dewletê. Ji bo hemû stranbêjan rêza min heye, lê divê ku stranbêj eslê xwe û ji kûrhatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan, di vî warî de divê bi cih bînin."
DÎHA/AMED