
Wekî tevna jiyanê
Farqin bal kişand ser dîroka Dîcle û Firatê û wiha got: "Piştî ku Navenda Dîcle û Firatê li Stenbûl, Amed û gelek cihên cûda vebûn bi çendin caran rastî êrîşan hatin û hatin girtin. Navenda Mezopotamya piştî ku hat girtin di sala 2003’an de weke Navenda Dîcle û Firat’ê dest bi xebatên xwe kir. Farqîn da diyar kirin ku di sala 2008’an Komeleya Dicle Firatê xebatên xwe bi dirûşma 'Huner Lêgerina Heqîqetêye' xebatên şano muzuk govend û hwd dimeşîne."
Hunermend Farqîn, destnişan kir ku gelek dewreyên perwerdên niha tên dayin û wiha got: "Bi giştî 100 ciwan me hene ku weke ciwan em pêşe roja xwe dibinin. Her wiha Koroya Gelên Mezopotamya, Mala Dengbêjan ku dibin sêwana Komeleya Dîcle û Firatê de ye. Farqîn da diyar kirin ku bi giştî 300 xebatkar û 22 Kom û Hunermendên Kesî ku dibin sêwana Komeleya Dîcle û Firatê de xebat didin meşandin hene. Li Amed’ê Komeleya Dîcle û Firatê bi gelek saziyên din yên cûda yên weke Aram Tigram, Cigerxwîn ku Konsatuwarên wan ji hene re dixebitin."
Farqîn, herî dawî bang li ciwanê Kurd kir û wiha got: “Pêwiste ciwanê me xwe ji çanda sîstemê dûr bixe, sîstemê heya niha hebûna Kurdan ne pejirandiye. Li hember sazî û dezgehên Kurdan êrîş dike. Sîstem çand û zimanê me qebûl nake û çande wiha re xebat kirin şaşe û ez bang hemû ciwana dikim ku berê xwe bidin çanda xwe û hewil bidin çanda xwe dewlemend bikin.
OMER ÎKE/DÎHA/AMED