Avci pêşangeha xwe ya 4'emîn a bi navê “Portre: rûyê nivîsan” li Navenda Çanda Seyhanê vekir. Avci got ku ew di 13 saliya xwe de beşdarî peşbaziyekê bûye û wêneyê bûye yekemîn. Avci da zanîn ku ew li nava welat û li derveyî welat beşdarî gelek pêşengehan bûye.
Avci daxuyakirin ku ji zaroktiya xwe de heta niha wêneyan çêdike û wiha axivi: “Ez wêneyê xwe bi teknika boyaxa rûn, boyaxa şil û boyaxa pastêl çêdikim. Bingeha xebatên min ji li ser sekna mirovan e û li ser suretê mirovan e. Her wiha ez karim bêjim xebatên min tevahî jî li ser mirovan e. Ligel vê yekê ez mamosteitya wênesaziyê jî dikim. Ji bo ku ez xebatên xwe bi şopînim min atolyek avakiriye . Ez xebatên xwe li wir dişopînim.”
‘Portre rûyê nivîsa nivîskaran e’
Avcî derbarê pêşengeha xwe de balkişand ser taybetmendiya wê û wiha pê de çû: “Di vê pêşengehê de xebatên min bi tevahî li ser suretê kesayetên navdar ên wekî Yilmaz Guney, Yaşar Kemal, Nazim Hîkmet û hwd. ne. Li ser fikra spaskirina van min ev xebat meşand. Ji ber ku ev kesayet bi nivîsên xwe jiyana mirov xweştir kirine. Ji ber wê min xwest weke spasiyekê ez li wan bikim û min wêneyên wan çêkir. Bi vê xebata xwe jî min dixwest ez bikim pêşengeh û ji ber ku ev daxwaza min bi cih hatiye niha ez pê kêfxweş im. Gel ji vê xebata min diecibîne. Ji ber ku min ev xebat meşandiye û kiriye pêşengeh min teqdir dikin, spasiyên xwe li min dikin.”
'Huner piştî pêdiviyên jiyanî tê'
Avci anî ziman ku heta mirov pêdiviyên xwe yên jiyanî bi dest nexîne nikare nêzîkî hunerê bibe û wiha berdewam kir: "Gel li aliyekî di nava şer de ye û di aliyê din de jî di berxwedanê de ye. Ji ber vê ji tu bixwazî nexwazî huner zêde bala gel nakşîne. Ji bo ku huner bêtir têkeve nava jiyanê divê di hin merhaleyan de derbas bibe. Ev xebata em dimeşînin ji bo jiyan hinekî din xweştir bibe. Ji bo ku mirov hinekî din kefxweş bibin. Huner ji jî bo mirovan e. Ev berhemên ji destên hunermendan derdikevin ji bo mirovan e. Ew behrem êşa mirovan ji holê radikin.”
Avci bilêv kir ku ew dixwaze pêşangeha wêneyan ên nivîskar^ne Kurd jî çêbike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo paşerojê ji ez dixwazim pêşenga portreyên nivîskarên Kurd ên wekî Cegerxwîn, Musa Anter, Yavuz Ekîncî, Arjen Arî, Murat Ozyaşar û hwd. çêbikim.. Ev wêneyên ku çêbikim li Amedê pêşkêşî gel bikim.”
İHA/EDENE