CPFE, îdîaya ‘Dibistana seretayî ya Amal Asûrî ya li Hesekê ji aliyê hêzên Kurdî ve hatiye desteserkirin’ derewand. Têkildarî mijarê wiha hate gotin: “Yên ku li pişt peyama ji aliyê AINA’yê ve hatiye weşandin disekinin, ew kesên ku dixwazin dibistana DAIŞ’ê ji rejîmê stendibû û ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, careke din bidin rejîmê. Dibistan ji aliyê meclîsa Leşkerî ya Suryanî û YPG’ê ve ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Ji berpirsyarê dibistanê re hat gotin ku dikare pewerdeyê bidomîne, lê belê dibistan wê careke din radestî hikûmeta Esad neyê kirin. Sedema vê yekê jî; rejîm dixwaze hêzên leşkerî li vê dibistana ku li cihekî setratejîk e bi cih bike. Hêzên rejîmê yên nikarîbûn li hemberî DAIŞ’ê vê dibistanê biparêzin, di rewşeke ku mirov jê bawer bike de, nînin.”


‘Ji ber koçberiyê hatine terikandin’

Li ser îdîaya ‘YPG dest datîne ser mulkiyeta kesên ku koçber dibin’ CPFE diyar kir ku li holê qanûneke cemawerîkirinê ya derbasdar nîne û got, “Derbarê mulkiyeta ji ber koçberiyê hatine terikandin de, pêşniyara li Meclîsa Amûdê (Meclîsa Zagonsaz) hat qebûlkirin, xizmên di asta yekemîn û duyemîn de li vê mulkiyetê bicih nake. Lê belê ev pêşniyar ji aliyê hikûmeta herêmê ve nehat qebûlkirin.”

Li ser kuştina fermandarê parêzvanên gundê Asûrî yê Xabûrê Davîd Jendo ji aliyê YPG’ê ve, Weqfê ragihand ku yên Jendo kuştine bi 12 heta 20 salan cezayê girtîgehê hatine cezakirin.

Derbarê îdîayên li ser ‘YPG li herêmê rê li ber aciziyê vedike’ de CPFE got; “Em fam nakin gelo çima wê Xiristiyanên Suryanî li hemberî mufredata perwerdeyê, ku yekemcar zimanê Aramî di dibistanên cemaweriyê de hîn dike, bin?.”


‘Bi hev re li dijê DAIŞ’e şer dikin’

Ji bo îdîaya li ser ‘zexta Kurdan a li Suryaniyan’ CPFE got, “Eger Xiristiyanên Suryanî rastî zexta cîranên xwe yên Kurd tên, wê demê çima bi hev re li dijî DAIŞ’e şer dikin? Eger ev îdîa rast be, çima weke Partiya Yekîtiya Suryanî di nava rêveberiya vê herêmê de (Rêveberiya Xweser) cih digire?”

Weqfê destnîşan kir ku nûçeya AINA, bi tenê mesajeke ku alîgiriya rêjîma Esad dike ye. 

AINA’yê di 2’ê Mijdarê de di nûçeyeke xwe de îdîa kiribû ku 16 rêxistinên Asûrî û Ermenî bi daxuyaniyeke hevpar hêzên YPG’ê bi ‘binpêkirina mafên mirovan, standina mulkiyeta taybet, bi awayekî derveyî qanûnî leşkeriya bi darê zorê û destwerdana li dibistanan” sûcdar kirine.


 BRUKSEL