'Muxtar'

Di nav fîlman de hin ên bi Kurdî û yên derhênerên Kurd jî hene. Ji van belgefîlmê derhênerê kurd Caner Canerîk yê bi navê "Muxtar" yê 80 deqîqeyî, li ser kampanyaya hilbijartinê yê muxtarê gundekî hatiye kişandin: Ahmet Canerik li gundê ku 68 hilbijêrên wê hene dixwaze bibe muxtar. Berî hilbijartinê bi 3 salan dest bi xebatê dike, di adara 2014'an de xebat xurtir dibe, lê li herêmê bi şerawestinê re rewş aram dibe û berendamên muxtariyê jî zêde dibin. 'Muxtar' çîrokeke balkêş pêşkêş dike. Belgefîlmê derhêner Canerîk "Muxtar" 13'yê vê mehê hat nîşandan.


"Mardan"

Fîlmê bi navê "Mardan" fîlmê derhênerê kurd Batin Qubadî ye. Mardan di beşa "Keşif"ê de tê nîşandan. "Mardan" 19'ê vê mehê saet 14.30 de li Cinemaximum Fitaş Salon 1'ê derdikeve pêşberî temaşevanan. Fîlma ku çîroka polîsiye ye, li ser şerê ku bi salan e didome, çiyayên li nav sînorên bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ne, mirovên li van deran dijîn û ji mafên xwe bêpar in û gelek tiştên din e. Di fîlmê de Leyla ku li mêrê xwe Mûrad digere ji Tirkiyeyê diçe Iraqê û ji pêşmergeyekî bi navê Mardan alîkariyê dixwaze... Fîlm hêjayî temaşekirinê ye.

Derhênerê kurd Husên Hesen di vî fîlmî de ligel Hêlan Ebdullah, Îsmaîl Zagros û Feyyaz Dûman rola serlîstikvaniyê digire ser milên xwe.


"Der Imker/Mêşvan"

Belgefîlmê derhêner Mano Xelîl "Mêşvan" jî li IF ISTANBUL'ê bû mêvan. Di fîlmê de çîroka Îbrahîm Gezer ê hatiye koçberkirin tê nîşandan. Xalê Îrbam ê li welatê xwe mêşvan, dema koçber dibe Swîsreyê, li wir jî dixwaze heman tiştî bike lê dê çawa destûrê ji dewletê bigire û karê xwe bike...

Her wiha di nav kurtefîlman de jî çend kurtefîlmên derhênerên kurd hene. Festîvala Fîlmên Serbixwe piştî Stenbolê wê here Enqere û Îzmîrê û li her du bajaran di navbera 26´ê Sibatê û 1 Adar'ê de li dar dikeve. 


 STENBOL