NÛRHAT HEFTARO Ev hevok li ser dîwarekî Fransayê ji aliyên xwepêşdêran ve hatiye nivîsandin. Sê hefte derbas bûn di ser xwepêşandanên Fransayê re yên ji ber rewşa aborî, weke buhabûna mazotê, bêkarî û hwd. Xwepêşandan ji aliyê koma 'Çekbendên Zer' ve tê birêvebirin. Xwepêşandanên heyî ji yên berê cuda ne. Bi hezaran Fransayî rabûne li dijî wan siyasetên ku aborî yên gihandine deriyekî girtî. Her kes, dixwaze rewşa wan baş bibe. Ji aliyê aborî, tenduristî, perwerde û hwd. Dewlet û şirketên sermayedar êdî nikarin bersiva vê bidin. Sosyologê Emerîkî Immaneul Wallerstein ev rewş weke 'Êdî hevkombûna sermayeyê gihaye serî' bi nav dikir. Ekonomiya lîberal êdî bi kêrî ti kesî nayê. Feqîrî, bêkarî û newekhevî zêde dibe. Lê mirov ji xwepêşandanên Fransayê fêm dike ku êdî maskeyên heyî hildiweşin. Wezîrê Aboriyê yê Fransayê Bruno Le Maire diyar kir ku ji ber xwepêşandanan 70 ji sedî tesîr bûye li rewşa kirrîn û firotanê ya şirketan. Zêdetirî 19 stasyonên trênan û Marketên mezin hatine girtin. Xwepêşandan ji aliyê koma bi navê 'Çekbendên Zer' ve tê birêvebirin. Wan 17'ê Mijdarê li dijî buhabûna mazot û benzînê dest bi rêxistinkirina çalakiyan kir. Çalakî gihandin nava paytexta Fransa Parîsê û bi sed hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Li ser rêya Champs-Élysées ku bi hezaran xwepêşandêr lê kombûn, slogana 'Çekbendên Zer wê bi ser kevin' deng veda. Medya fermî ya Fransayê, Emerîka bi rêxistinkirina xwepêşandan tawanbar dike. Ji ber gotinên Serokê Fransayê Immanuel Macron a avakirina artêşeke Ewrûpayê, hin çavkaniyên Fransî, Emerîkayê tawanbar dikin. Lê xuya ye, mijar ji vê û wêde ye. Li gorî daneyên fermî ji ber şerê di navbera xwepêşandêr û polîsan de zêdetirî 100 kesî birîndar bûn û qederê 278 kesan jî hatine girtin. Ji ber şideta Polîsan rewşeke bêbawerî û aciziyê li tevahiya Fransayê derketiye holê. Li ser mijarê Macron di civîna bilind a G-20´an de axivî û got; "Ez şidetê li welatê xwe qebûl nakim." Şoreşa Fransî ya 1789'an bi xwe re sîstemeke nû ya cihanê anî. Qralê dawiyê yê Fransayê Luisê 16'emîn hingê hat bidarvekirin. Birêz Ocalan vê weke pêvajoya jidayîkbûna dewleta netewe bi nav dike. Şoreşa Fransayê nirxên lîberal ên weke 'Divê gel desthilatdar be, divê bazar vekirî be' bi xwe re anîn. Lê sêhra lîberalîzmê giha serî. Ma ne, ji ber wê bû ku sedsala bîstan weke sedsala xwînê tê binavkirin? Gelo ev sînyalên 'Rejîm-sîstema nû ya Cihanê' ne? Gelo wê çarenûsa Macron weke ya Luisê 16'emîn be?