Colemêrgî diyar kir ku ji ber hişmendiyekî xurt di nava Kurdan de pêknehatibû Kurdan nedikarî li hemberî dewletên desthilatdar bi ser kevin. Colemêrgî wiha axivî: " Dîroka Kurd û Kurdistan her tim ji aliyê dijminên wan hatiye nivîsandin. Çawa ku Misir hebûna xwe deyndarê Nîl'ê be, Kurdistan jî deyndarê Dîcle û Firat e. Zagros a ku Kurd lê dijîn ji bo jiyanê çavkaniyekî pir dewlemend e. Şoreşa neolîtîk di cihê ku Zagros û deşt gihaştin hev de pêk hat. Di Kurdistanê cara ewil tene hatine çandin. Hate hînbûn ku avasazên şaristaniyên mîna Med û Urartuyan Kurd in. Ji ber vê yekê derket holê ku Kurd xwedî şaristaniyekî mezin û bi binyad in.
Colemêrgî bibîrxist ku çawa ku 4 hezar û 500 sal berê ji bo Mezopotamya bixin bin desthilatdariya xwe dewletan şer kiriye, niha jî li Kerkûkê ev şer didome. Colemêrgî diyar kir ku Kurd di dîrokê de her tim di navbera 2 dewletan de maye û wiha got: " Ev dewletan her tim Kurdan wekî rêgezên hevsengiyê dîtin. Lê îro têkoşîna azadiyê ya Kurdan baniyê 3 dewletan diqirçîne."
ÎZMÎR