Bulbul di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Êrîş li ser fermana hikûmeta AKP'ê pêk hatiye. AKP bi vê hewldan û polîtikayên xwe yên înkar û îmhayê rê li pêş komkujiyên nû vedike. Ev yek nayê qebûlkirin. Hikûmeta AKP'ê baweriya elewîyan qedexe dike û rê li pêş jiyandina bîr bawerî û çanda Elewiyan digire. Bi demboriya komkujiya Madimakê rê li pêşiya komkujiyên din vekir. Bi zagona Tekke û Zaviye ya sala 1925'an baweriya Elewiyan hate qedexekirin. Bîranîna Madimakê hate qedexekirin. Serokwezîr Erdogan her tim bi daxuyaniyên xwe fermanê dide komkujiya Elewiyan."
'Hedefa hikûmetê yek ol e'
Bulbul da zanîn ku, hewldana komkujiyê ya li Surguyê bi fermana rayedarên dewletê û hikûmetê pêk hatiye. Rayedarên dewletê li hemberî vê hewldana komkujiyê bêdeng mane. Vê bûyerê ji rêzê dibînin û AKP bi polîtîkayên înkarê nêzîk dibin. Ev yek rê li pêşiya komkujiyên nû vedike.
EMEP û KESK êrîş şermezar kir
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Lijneya Rêvebiriya KESK'ê bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surgu ya Navçeya Wêranşara Meletiyê şermezar kirin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan da zanîn ku provakasyoneke ku tê nasîn tê jiyandin û wiha got: "Ev bûyer tiştên ku di paşerojê de li Mereş, Çorûm, Sêwaz û Madimakê hatibû jiyandin tîne bîra mirov. Heman senaryo ye û lîstîkvan jî dişibin hev. Lê divê bê zanîn ku hesabên polîtîkaya li ser dijminantiya Kurd û elewî dê cihê xwe negire. Gurkan bilêv kir ku her sal di meha Remezanê de êrîşên wisa qirêj tên jiyandin û anî ziman ku bi taybet jî di demên dawî de hukumeta AKP'ê, Diyanet, sazî û kesên ku alîgirê hukumetê ne li ser medyayê daxuyaniyên ku mafê azadiya baweriyê binpê dikin, didin. Gurkan diyar kir ku dê li Surguyê elewî, sunî, Kurd, Tirk û hwd. hemû welatî bi hev re dijîn û dê bijîn jî û wiha got: "Bi taybet jî hukumet û rayedarên dewletê ligel ku ev rastiyê dizanin çima tedbîran nagirin? Ewlehiya jiyan û mal ên welatiyên Kurd û elewî gelo ne xema dewletê ye? Nexwe wekî ku di paşerojê de hatibû jiyandin, ev bûyerên provakatîf bi agahiya rayedarên dewletê tê çêkirin? Berê vê jî li Semsûrê, Erzînganê û Dîdîmê xaniyên welatiyan hatibû nîşankirin. Ev gef li Bajaroka Surguyê veguherî êrîşa fîzîkî."
Lijneya Rêvebiriya KESK'ê diyar kir ku hewldanê lînckirinê ya li Meletiyê berê ji bo gelên li Tirkiyeyê berdin nava hev û ji bo komkujiyan bingeh were amadekirin dihate kirin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev êrîş berhemên kesên ku dixwazin 'nifşên kîndar' xwedî bikin in û wiha hate gotin: " Bûyera ku veguheriye lînckirina malbatekî Kurd û elewî dide xuyakirin ku atmosfera nîjadperest û şoven a ji aliyê hukumeta AKP'ê hatiye afirandin gihaştiye çi astê." Di daxuyaniyê de her wiha nêzîkatiyên fermandarê cendirme û şaredar jî hate rexnekirin.
ENQERE