Bila ciwan bilezînin
Meysa Ebdo da xuyakirin ku li eniya rojhilat a êrîşên giran lê tê kirin, ji duh û vir ve çete qedeme bi qedeme tê têkbirin û ragihand ku xeta YPG/YPJ a li vê eniyê qedemeyeke din bi pêş ketiye. Meysa Ebdo da zanîn ku çeteyên DAIŞ‘ê di rojên dawî de ji vê eniyê, ji nuqteyeke nêzî xeta sînor êrîşên nû dibin ser deriyê sînor ê Murşîtpinarê û anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê ji vir hatine derxistin. Meysa Ebdo diyar kir ku piştî însiyatîfa şer ket destê YPG’ê, rewşeke aram û ewle derketiye holê, lewma gelek Kobaniyî dest bi vegera li bajêr kirine. Ebdo got, “Însiyatîf êdî li her qadê di destê hêzên me de ye. Hemû keç û xortên me yên li derveyî Kobanê ne, bila werin Kobanê û di pêngava me ya serketinê de li cem hêzên YPG/YPJ’ê cih bigirin. Bila Kobanê biparêzin.”
Nîqaşa li ser navê Kobanê
Meysa Ebdo bal kişand ser nîqaşên “Kobanê Ereb e” ku di dema dawî de di serî de medya Tirk, Serokwezîr û Serokkomarê Tirk dixwazin biafirînin û di vê mijarê de wiha axivî: “Nîqaşa li ser ‘Kobanê bajarê Ereban e’ ji aliyê hin hêzan ve weke argumaneke qirêj ji bo di navbera gelên Kurd û Ereb de şer derxînin, tê bikaranîn. Gelên Kurd û Ereb bi tifaqa Bûrkan El Firat û YPG’ê, ev lîstik pûç kirin. Me ji destpêkê ve jiyaneke li Sûriyeyeke demokratîk û azad ji xwe re esas girtin. Kobanê bêguman bajarê Kurdan e, lê parçeyek ji Sûriyeya demokratîk e. Gelê Ereb jî vê yekê bi vî rengî dixwaze û vê rastiyê qebûl dike. Em jî li gel nûnerên gelê Ereb têkoşîna xwe mil bi mil dewam dikin.”
ANF/KOBANÊ