Saziyên Kurdî Der, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Akademiya Ziman ya Ehmedê Xanî, Navenda Çanda Cegerxwîn, Akademiya Aram Tîgran û Komeleya Nivîskarên Kurd ên di bin baneyê KCD û TZP Kurdî de xabatê dikin li ser mafê perwerdehiya zimanê Kurdî li avahiya Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê komeleyan Serokê Akademiya Ahmede Xanî Hayrettîn Altun daxuyanî da. Altun diyar kir ku ji destpêka avabûna komarê û vir ve, di vî welatî de pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka nepajirandina gel û neteweyên cihê û çand û zimanên wan e.
'90 salin polîtîkayên pişaftinê tên meşandin'
Altun, da zanîn ku ji van gelan yê ku ev 90 salin, li hember polîtîkaya faşîzane ya pişaftinê ku sûcê mirovahiyêye li ber xwe dide, gelê Kurd e û wiha axivî: "Berxwedana gelê Kurd bi bedêlên gelekî giran gihişt asteke wisan ku, di Rojhilata Navîn de rê li ber gelek guherînên civakî vekir. Guherînên ku îro li Rojhilata Navîn bi navê bihara Ereban tê binavkirin, di rastiya xwe de bihara gelan e û çavkaniya vê rastiyê jî, têkoşîna rêbertî û tevgera azadiya gelê Kurd e. Gelê Kurd bi zanîn, feraset û paradîgmaya rêbertiya xwe ya nuh ev pêvajo, beriya ku biqewime dît û eşkere kir. Dîsa berxwedan û paradîgmaya nuh a gelê Kurd li hemû perçeyên welat û cîhanê bû hêviya têkoşîn, xwenasîn û bixwebaweriyê. Divê têkoşîn û berxwedana gelê me jî li gor rihê vê pêvajoyê û demê be.
Altun, anî ziman ku tê zanîn ku çand û ziman, nasnameya gel û neteweyan e û wiha berdewam kir:"Tunekirina ziman û çand, di heman demê de tunekirina neteweyan e. Dîsa tê zanîn ku ji destpêka komarê û vir ve, armanca vê pergalê bi hemû cureyên asîmîlasyonê tunekirina çand û ziman, ango tunekirina gelê Kurd e. Divê li hember vê feraset û armanca qirêj a pergalê her Kurd berpirsiyariya xwe bi bîr bîne û li gor vê tevbigere. Pevajoya îroyin vê berpirsiyariyê li ser hemû Kurdan ferz dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhelata Navîn a herî bingehîn e. Bi sedan salan e didome û bûye sedema gelek qewimînên hovane. Bi taybetî sih salê dawî yê Komara Tirkiyê bi vê pirsgirêkê derbas bûye û dibe. Em wekî KCD û TZP-Kurdî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wekî ku li hemû cîhanê rêbaza bingehîn e, divê bi muxataban re were rûniştin û muzakerekirin. Muxatab jî bi salane ku ji hêla gelê Kurd ve bi şêweyên cûr bi cûr hatine destnîşankirin û eşkerekirin."
Altun, destnîşan kir ku mafê bikaranîna zimên mafê herî xwezayî û rewa yê kes û neteweyan e û wiha pêde çû: " Herî dawî partiya AKP yê di warê pişaftina gelan de gaveke nuh avêt û di pergala perwerdehiyê de guherînên bingehîn dan destpêkirin. Armanca pergala 4 û 4 û 4 di bingeha xwe de, di temenê biçûktirîn de bikaranîna asîmîlasyonê ye û ji bo gelê Kurd û kêmahiyên din e. AKP bi feraseta xwe ya qirêj dixwaze ku, di pênc saliya wan de zarokên Kurdan di aşên pişaftinê re, derbas bike. Dîsa ji bo zimanê Kurdî rêbaza dersên hilbijarî şêwaza herî qirêj ya heqretê ye.Divê gelê Kurd li hember vê heqaretê, helwesta xwe ya şoreşgerî ku îro di asta herî bilid de tê pêkanîn nîşan bide.
Altun, daxuyand ku di Kurdistanê de navendên pişaftinê yên bingehîn dibistan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi sedan salane ku di van navendan de bi rêya perwerdehiyê, gelê Kurd û hindikahiyên din tên pişaftin. Dem hatiye ku divê her kesek li ser rastiya van navendan biponije û li rastiya xwe vegere. Divê hemû mamoste û perwerdekarên ku di van navendan de peywirdarin, bi şêwazeke baldartirîn bifikirin ku çi dikin û çawan bûne amûrê pişaftinê. Di van rojên ku em têde ne, serdema vebûna dibistanan e. Pergal, bi hemû hêza xwe amedekariyên serdemê dike. Di van amedekariyan de, dê para zarokên Kurd û kêmahiyên din, pişaftin be. Dê zarokên gelê Kurd careke din ji ziman, nasname û kesayetiya xwe werin dûrxistin. Ev helwest û pêkanîn, li gor peymanên navneteweyî sûcên mirovahiyê ne. Divê tu kesekî nebe hevkarê vî sûcî. Divê gelê Kurd êdî li rastiya xwe vegere û vê pergalê red bike. "
Ji KCD û TZP-Kurdî bang
Altun, bang li her kesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî KCD û TZP-Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeyiya bi zimanê dayikê, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de tişta herî jêneger dibînin û bêyî vê tu helwestê napejirînin. Dîsa em bang dikin ku, gelê me li hember vê pişaftina ku bi rêbazeke faşîzane tê birêvebirin helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide û van pêkanînên qirêj û dibistanan red bike."
DÎHA/AMED