Malbata leşkerê bi navê Sezer Altundag ê ku ji gundê Zax ê Çewlîk ê ku li navçeya Erxaniyê ya Amedê leşkerî dikir bi îdîaya "întîxar kir" ji malbatê re şand, diyar kir ku daxuyanî rastiyê nîşan nade û anîn ziman ku kurê wan hatiye kuştin. Bavê Altundag Mehmet Alş Altundag, diyar kir ku herî dawî di 2'yê tîrmehê de kurê xwe dît û wiha got: "Ez, dayîk û xwîşkên wî me pê re hevdîtin kir. Rewşa kurê min gelek baş bû û tu pirsgirêkên wî tunebûn. Tenê got ku fermandarên wî ji ber dûjînan li wî didin nerehet e. Min jî hinek rehetî dayê û ew jî weke hevalên xwe xwe li ber xwe bide min jê re got."
Daxuyaniyên bi nakok dan
Altundag, anî ziman ku kurê wî ji wî re got, "Tu dizanî ez li hemberî her tiştî li berxwe didim lê li hemberî dûjînan nikarim" û wiha axivî: "Min ji wî re ji bo ku leşkeriya wî bê pirsgirêk bi dawî bibe ez pê re axivîm. Ji ber ku di yekîneya operasyonan de bû min jê re got di çeper de nemîne û xwe neavêje pêş." Altundag, da zanîn ku ew li Stenbolê dijîn û piştî hatin gund 2 roj şunda agahiya mirina kurê xwe girt. Altundag, bilêv kir ku piştî 24 saetan şunda agahî dan wî û wiha pê de çû: "Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sancak, berê got, 'kurê te bi 2 hevalên xwe re pêl li mayînê kir û jiyana xwe ji dest da' Pişt re jî got 'Kurê te întîxar kir' Min ji wî bawer nekir. Ji ber ku kurê min kesekî întîxar bike nebû. Serpêlê ji Fermandariya Cendirmeyan a Çewlîkê jî got, 'Ji kurê te re keçikekê nameyek şand. Kurê te ji ber wê yekê întîxar kir'"
'Dibin depoyekê de guleyê li serî wî didin'
Altundag, bilêv kir ku depoya tê îdîakirin kurê wî lê întîxar kir vala bû û wiha axivî: "Kurê min ji nav hevalên wî de derxestin û birin depoyê de gule li serî wî dan. Di nava 25 leşkeran de tenê kurê min diçe depoyê. Ji bo kurê min biçe wê depoyê jî tu hincet tunene. Ew depo, xwaringeh, destşo û depoya muhîmatê nîn e. Wê demê kurê min çima diçe wir? Min ji fermandaran pirsî çi karê kurê min li wê depoyê heye. Ji min re gotin 'ji bo ku çaka xwe paqij bike' Li gorî ez dizanim hefteyê çarekê paqijiya çakan tê kirin. Me jî leşkerî kir. Em wan dizanin. Dîsa kesên her tim amade ji nişkave naçin çakan paqij bikin. Heke di wê demê de dengê çekan bê dê çibike. Min xwest ku rastiyê ji min re bêjin. Lê fermandaran jî got, 'em jî ji bilî vê yekê tu tiştên din nizanin'"
Walî, pirs bi duayan pişguh kir
Altundag, destnîşan kir ku ji ber kurê wî Kurd bû hate kuştin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Min ji rayedarên leşkeran ên Erxaniyê re got, 'Hun dibêjin di navbera me de cudahî tuneye. Ji leşkerên rojavayê re merasîman çêdikin. Lê cenazeyê kurê min ew avêt ser me. Heke ve cudahî nebe çi ye.' Ji me re muameleyeke gelek nebaş kirin. Hemû gundî şahidin. Çawa cenaze dan me." Altundag, bilêv kir ku Waliyê Çewlîkê Mustafa Hakan Guvençer hate taziyeyê û têkildarî bûyerê de pirs jî wî kirin lê walî tu bersiva pirsan neda û bi duayan paşguh kirin.
'Emê serlêdana sûc bikin'
Apê Altundag Emîn Altundag jî diyar kir ku bi birazê xwe re bi telefonê berbazekî re hevdîtin kir û piştî bûyerê heman berbaz bersiva telefonên wan nade. Altundag, anî ziman ku li Erxaniyê xwestin bi heman berbaz re hevdîtinê bikin û wiha got: "Yarbay got, 'ez dê di heman demê de wî bînim cem we' Lê rayedarên leşkeran ên cem me bi pirsan xwestin bala me bikşînin aliyekî din. Dema ku em çûn cihê bûyerê min xwest ku ez wî berbaz bibînim. Ligel hemû israrên me, me bi wî re hevdîtin nekir. Ez difikirim ku berbazekî biraziyê min kuşt. Piştî otopsiyê em dê der heqê rayedarên leşkerî de serlêdana gilî bikin."
'Telefon û qart nedan'
Altundag, da zanîn ku rayedarên leşkerî ji wan re gotin çek û guleya biraziyê wî li xwe xist ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandin e û wiha axivî: "Me telefona biraziyê xwe xest. Telefoneke kevin anîn dan me. Bavê wî got ew telefon ya kurê wî nîn e. Wan jî got, 'kurê wî telefona xwe ji kesekî re firot' Ji bo biraziyê min telefona xwe bifiroşe tu hincet tunene. Pirsgirêka wî ya madî tunebû. Heke telefon di nava bolukê de hatibe firotin dikarin peyda bikin. Pişt re me qarta sîmê xwest. Ew jî ne anîn. Hemû leşkeran got tenê wan dengê çekê bihîstin."
Dayîka Altundag Yazgul Altundag jî diyar kir ku kurê wî kesekî întîxar bike nebû û wiha got: "Kurê min teqez tiştekî wisa nake. Ji bo veger roj dihejmartin."
LEYLA SOGUT / DÎHA/ÇEWLÎK