Di 28’ê gulanê de, li Zozan Korxanê yên Îdirê 10 kes ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibûn binçavkirin. HPG’ê di daxuyaniya der barê mijarê de diyar kir ku 3 wesayît hatine şewitandin û 10 kes ji bo lêpirsînê hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 28'ê Gulanê de li Îdirê li herêma Korxanê qereqola heyî bi navê wê bikin seyrangeha mîllî ji bo avakirina tabûrê 3 wesayitên di xebatê avakirina wê de cîh digrin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rawestîn. 3 wesayit hatiye şewitandin 10 xebatkar jî ji bo lêpirsînê hatiye binçavkirin.” Herwiha Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê 10 kesên ku roja 22’ê gulanê li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat got: “Di 22'ê Gulanê de li navçeya Lîceya Amedê li nêzî gundê Şaxura 10 kesên bi hin îdiayên cûda dihatin tewanbarkirin ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsîna van kesan qediya hate famkirin ku tu têkiliya wan bi van îdiayan re nîne û di 28'ê Gulanê de danê sibê hatine berdan.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama di encama pevçûna di 28’ê gulanê de li navçeya Qamuşan a Qersê qewimî de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan de ev agahî hatin dayîn; “Di 28'ê Gulanê de di saet 14.00'an de leşkerên kolorduya nehemîn ên derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin gelek leşker jî birîndar bûne.”

ANF/BEHDÎNAN