Siyasetmedaran diyar kirin ku dewletê ji bo tola xwe ya salan hilîne welatiyên sivîl qetilkirine. Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, anî ziman ku rayedar vê yekê wekî qezaya operasyonê bi nav dikin û dixwazin wekî bûyerek ji rêzê bibînin û ser bûyerê bigirin.
32'emîn rûniştina 104 jê girtî 152 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştina ku 84 siyasetmedar amade bûbûn de siyasetmedaran komkujî şermezar kir û rûniştin boykot kirin.
Beriya boykotê li ser navê siyasetmedaran Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, ji ber komkujiya li gundê Roboskiyê sersaxî ji malbatan û gelê Kurd xwest. Irmak, anî ziman ku kuştin, girtin û binçavkirinê ji bo gelê Şirnexê pêkanînek asayî dibînin û dixwazin hemû binpêkirinên mafên jiyanê rewa bidin xuyakirin. Irmak, da zanîn ku di salên 1990'an de gund vala dikirin û welatî qetil dkirin û wiha got: "Di salên 1990'an de welatiyên herêma Botanê qetilkirin, revandin û kuştin. Cenazeyên wê avêtin binê bîrê BOTAŞ'ê. Neheqiyên gelek mezin li wan kirin û pîsî bi wan dan xwarin. Xwestin bi kuştin û îşkenceyê teslîm bigirin. Bi komî defin kirin. Xwestin gelê Kurd li ser nexyeyê paqij bikin. Niha jî dîsa bi binçavkirin û girtinan dixwazin vîna gel ji destê wî derxin. Lê ji ber ku bi ser nakevin bi kuştinê komkujiyê pêk tîne."
Irmak, anî ziman ku zext û zordariya li ser gelê Kurd a herî berbiçav binçavkirin, girtin û kuştina gelê Kurd e û wiha pêde çû: "Hem gelê Kurd dikujin û hem jî siyasetmedar û parlementerên Kurd binçav dikin û davêjin girtîgehê. Irmak xwest ku rayedar wekî daxwazên Fetullah Gulen tev negerin. Herî dawî li ser navê 'Lojîstikê dibin ji rêxistinê re' 35 welatiyên sivîl hatin qetilkirin."

'Qelo tenê qedera Kurdan e'

Irmak, da zanîn ku komkujî ji aliyê dewletê ve pêk hatiye û hêj nav lê nehatiye kirin û wiha axivî: Berdevkê AKP'ê Cemîl Çîçek û Serfermandarê Artêşê wekî 'Şaşî-qusûr' bi nav dikin. Lê ev wekî bûyera 33 gule ye. Dewletê bi zanebûn û bi pilan kiriye. Gelo kuştina bi qezayan tenê qedera Kurdan e? Çima ev şaşî bi hezaran caran dubare dibin. Hûn qerfê xwe bi Kurdan dikin. Niha bi van daxuyaniyan komkujiyê wekî buyerek ji rêzê dibînin û dixwazin ser buyerê bincil bikin. Heta ku ev bûyer ronî nebe dewlet û hikûmet sûcdar e. Divê ser vê bûyerê neyê girtin. Em dê her tim li pey dozê bini. Em dibêjin êdî bes e."
Prz. Sebahattin Korkmaz jî anî ziman ku piştî muwekilê wî gotiye "Brêz Serok" mîkrofan li ser wî hatiye birîn û ev nayê qebûl kirin. Korkmaz, ji ber komkujiyek neye nikarin parastinê bikin û xwest bê taloqkirin. Dozger jî anî ziman ku ev êşa kuştina 35 kesan êşa hemû kesan e. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran û siyasetmedaran red kir.


AMED