ENQERE : Platforma Edaletê ya Ji bo Roboskî ya Enqereyê di çarçoveya "Ji sînoran re înat edalet" namemeyên ku çîrokên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ji Serokwezîr û Serokomar û Wezîrê Dadê re şandin.
Di çalakiyê de pankarta Kurdî û Tirkî "Ji sînoran re înat edalet" hate vekirin. Li ser navê komê Endama Platforma Jinan a Başkentê Hatice Guler, daxuyani da û komkujiya li Roboskiyê şermezar kir. .
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ew dozê ji nêzîk ve dişopînin.
EDENE: Platforma Edaletê ya Ji bo Roboskî ya Edeneyê jî bi dirûşmeya "Ji sînoran re înat edalet" li ber Postexanya Navendî ya Edeneyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Platforma ku ji nûnerên ÎHD, MAZLUMDER û sazyên sivîl ên civakî pêk dihat piştî daxuyaniyê name ji Wezîrê Dadê re şandin.
MÊRSÎN: Li Mêrsînê jî di heman çarçoveyê de Platforma Edaletê ya Ji bo Roboskî ya Mêrsînê bi dirûşmeya "Ji sînoran re înat edalet" li ber PTT'ê ya Mêrsînê kom bûn û daxuyanî dan. Komê piştî daxuyani da ji Serokwezîr, Serokomar, Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hundir re name şandin. Nûnerên ÎHD, MAZLUMDER Û ESHİD'Ê jî amade bûn.
ÎZMÎR: Platforma Edaletê ya Ji bo Roboskî ya Îzmirê jî bi dirûşmeya "Ji sînoran re înat edalet" di roja 50'min de nûnerên saziyên ÎHD, MAZLUMDER û TİHV'ê yên Îzmirê li ber postexaneya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. .
AMED: Platforma Edaletê ya Ji Bo Roboskiyê ya Amedê jî bi dirûşmeya "Ji Sînoran re Înat" ji bo balê bikşînin ser komkujiya Roboskiyê li ber postexaneya Navendî ya Amedê kom bûn û daxuyani dan. Nûneren saziyên MAZLUMDER, ÎHD, ESHÎH, Platforma Jinan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî kom bûn û name şandin. Li vir jî piştî name hate xwendin name ji wezîran re hatin şandin.
ÇEWLÎK: Nûnerên ÎHD, MAZLUMDER, ESHİD û Platfgorma Jinan a Başkentê li Çewlîkê jî bi heman armancê heman name şandin ji wezîrên dewletê re. Pêxistina BDP'ê jî piştgirî da çalakiyê. Serokê Şaxa ÎHD'e ya Çewlîkê Nîhat Aksoy, anî ziman ku jibo bûyer ronî bibe dê her roj name û faksan bişînin.
XERPÊT: Li navçeya Xerpêtê jî bi heman armancê nûnerên ÎHD, BDP, EMEP û Komeleya Xwendekarên Firatê daxuyanî dan û name şandin.
ÊLIH/SÊRT/DÎLOK: Platforma Edaletê ya Ji Bo Roboskiyê yên Êlih, Dîlok û Sêrtê jî ku ji nûnerên KESK, MEYA-DER, TUHAD-DER, NÇM, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn MAZLUMDER û ÎHD'ê pêk dihatin bi heman dirûşmeyan heman name ji Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Hundir, Serokomar û Serokezîr re şandin û xwestin edalet cihê xwe bibîne.
NAVENDA NÛÇEYAN