Zagros da xuyakirin ku Şoreşa Rojava tevî ku jin kiriye îrade, nêrîna mêr a serdestiyê jî parçe kiriye û veguherandiye. Zagros destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya li cîhanê jî bi şoreşa jinê ya li Rojava re rêyeke nû ji xwe re dîtiye.
Zagros got, "Şoreşa Rojava bû sedem ku jin bi nirxên xwe re tevlî jiyanê bibe" û li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr a cewhera jinê vala dike Şoreşa Rojava bûye rêyeke rizgariyê ku jin lê gihaştiye cewhera xwe, xwe îfade kiriye û li ser piyan maye.
Zagros anî ziman ku bi şoreşê re jinan xwe gihandine nirxên xwe, bûye jin bi xwe û bal kişand ser veguherîna civakî ya di şexsê jinê de piştî şoreşê pêk hat. Zagros got, "Şoreşê di nava jiyana civakî de li dora jinê rê li ber veguherîneke civakî vekir. Herikîna bi hezaran jinên zewicî ber bi refên şoreşê ve, ji bo tê wateya veguherîneke civakî ya girîng. Di heman demê de herikîna jinên xwendekar, karker û ciwan ber bi şoreşê ve, nîşan da ku şoreşa me ya jinê, li dijî jiyana koledariyê ya sîstema bi serdestiya mêr ferz dike, ji bo jinan qadeke hêvî û têkoşînê ye."
Zagros bibîr xist ku ji aliyê wesf û hejmarî ve tevlîbûna jinan li nava refên şoreşê li pêş mêran e û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Zagros anî ziman ku di Şoreşa Rojava de nabe bi tenê behsa destek û pêşengiya jinê were kirin, ji li Rojava bûye şoreş bi xwe û şoreş bi rengê jinê teşe digire.
Zagros diyar kir ku jin li Rojava pratîkeke welê nîşan dide ku her kêliyê bi şoreşê re dihûnîne, her kêliyê ji bo parçekirina koledariya kevneşop bi kar tîne. Zagros da zanîn ku li Rojava jin ne tenê li qada şer, li qada jiyana rojnae jî li hemberî mêr têkoşîneke azadî û parastina pîvanên wekheviyê dimeşînin.
'Berxwadana Kobanê rola jinê îspat kir'
Zagros got, "Êdî mêr nikare şîdetê li hemberî jinê bike, jinên ku berê ev yek rewa didîtin êdî vê qebûl nakin. Mehkûm dikin û li dijî vê yekê serî li saziyên şoreşê didin. Li hemberî şîdeta mêr nerazîbûnê nîşan didin" û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê rola jinê ya di şoreşa Rojava de îspat kiriye.
Zagros bibîr xist ku di dema berxwedana Kobanê de hejmara şervanên YPJ'ê ji hejmara şervanên mêr zêdetir bû û li refên herî pêş şer kirine. Zagros destnîşan kir ku jinan ev şer kordîne kirine. Zagros da xuyakirin ku hejmara fermandarên jin ji hejmara fermandarên mêr zêdetir e û got, "Çeteyên DAIŞ'ê jî matmayî mane. Di bêtêlan de anonsên 'Jin vî şerî kordîne dikin' dikirin."
Zagros da xuyakirin ku hem li nava jiyanê hem jî di şer de vîn û rastiyeke bi vî rengî ya jinê ji aliyê şoreşê ve hatiye afirandin û anî ziman ku hem Kobanên hemû temamiya erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê veguheriye qadên bi rengê jinê.
Ji Fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Zagros diyar kir ku vîna jinê ya di şer de hat nîşandan, nasnameya jinê îspat kiriye û got, "Arîn Mîrxan û şehîdên me yên din, bûn asta herî bilind a tevlîbûn û dilsoziya jinê ya bi şoreşê re. Bi berxwedana Kobanê re rola jinê ya di şoreşê de bi zelalî hat dîtin, hat îspatkirin."
SEDAT SÛR / ANF/KOBANÊ