Di rapora bi sernava “Tu carê ewqas Misilman bawerî bi Îsayê Mesîh neaniye” de tê diyarkirin ku di van demên dawî de jimara kesên ji Misilmantiyê derbasî Xrîstiyantiyê bûne zêde bûne. Sazî radigihîne ku di van salên dawiyê de li welatên Misilman ên weke Tirkiye, , Cezayîr, Îran, Qezekistan, Bangladeş ü Endanezyayê bi hezaran kes ji Misilmantiyê derbasî Xrîstiyantiyê bûn û diyar kir ku zêdetirê 50 mîsyonerên saziyê li nêzî 50 welatan xebatê dimeşînin. Cara yekemîn mîsyonerên saziyê di sala 1961 de li Tirkiyeyê dest bi xebatê kirine.
Sazî di rapoara xwe ya derbarê 50 salan de amade kir de pesnê Kurdan dide. Sazî diyar dike ku Xrîstiyan herî zêde li Başûrê Kurdistanê tên parastin û cih da vê şîroveyê; “Xrîstiyanên Kurd êdî dikarin li gundan jî bixebitin. Heta li gelek gundan pêşengên gundiya Xrîstiyan in.”
Sazî diyar dike ku cîhana Misilmanan jî ligel guhertinên golbalbûnê tê guhertin û ligel derbasbûna Xrîstiyaniyê jî zext jî zêde bûne. Sazî balê dikişîne ku Xrîstiyan herî zêde li Îranê bi zextan re rû bi rû ne.
BERLÎN