Serokê Kolêja Hunerê yê Ciwanan ê Silemaniyê Dr. Rêbwar Sead li ser dîroka hunera şêwekarî ya kurdî û berhemên xwe li eywana Şano ya Amedê semînerek da. Sead ku li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û li Îngitereyê zanîngeh, dibistana bilind û diktora kiriye. Sead kesayetên kurd ku ji bo hunerê şêwekarî yên weke Emîn Zekî mînak da û bal kişand ser diroka hunera şêwekarî ya kurdî û wiha got: "Divê hunermendên me li ser diroka hunera kurdî şareza bin." 

Sead diyar kir ku ji bo hunerê hestên hunermendan gelekî girîng e û wiha pê de çû: " Min zanîngeh, mester û diktora li Îngiltereyê xwediye lê ez bawer nakim ku zanîngeh mirovekî bike hunermend. Ji ber ku huner tiştekî hestiwarî ye."

Sead qala berhemên xwe yên ku li cîhanê pêşkêşkirî kir û wiha vegot: "Rojekî ku Seddam kîmya li gundekî başûrê Kurdistanê bi navê Sergo dikir ez jî di nava gel de bûm. Min dît ku kevokên li esman wek baranê diketin erdê. Min soz da wan ku ez rojekî çîroka wan li cîhanê belav bikim. Min ligel çend hunermendên fransî projeyek bi navê 'Teyr Baran' çêkir û li cihê ku ew teyr lê mirin niha paçekî kîlometreyek dirêje li wir e û herkes diçe li ser wê wêne çêdike."


Dîroka 2000 salan 

Sead destnîşan kir ku wî û Şêrko Bêkes projeyek, ji bo 2000 sal dîroka kurd çêkirin. Ji bo her 2 hezar sal wî 2 hezar portre çêkir û got ku Şêrko Bêkes jî 2 hezar gotinên wêjeyî danîn. Sead diyar kir ku wî ev berhem li ser înternetê parve kir.

Semîner bi nîşandan sînevziyona berhemê Rêbwar Sead bi dawî bû. 


 AMED