Parlementerê Partiya Muhafezekar a li ser desthilatiyê Nahdim Zahawi yê ku bi eslê xwe Kurd e, bi dengên zêde hatibû hilbijartin. Nahdim Zahawi ji bo bîranîna Komkujiya Helepçeyê, di 12’ê adarê de li Parlementoyê de civîneke çapemeniyê li dar xist û kampanyaya xwe aşkere kir.Nunera Herêma Kurdistanê ya Îngilîstanê Bayan Rahman, Edîtorê Nûçeyên Derve yê Rojaneya Times Richard Beeston, jî beşdarî daxuyaniyê bûn û her yek ji wana axaftinek kir.

Dê bibe destpêk 
Li gorî zagonên Îngilîzan, ji bo ev gotûbêj bikeve rojeva Meclîsê berhevkirina 100 hezar îmzeyan divê. Ger evqas îmze bêne komkirin, dê cara yekemîn komkujiyên hatine serê Kurdan bikeve parlementoya Înglîzan û dê rêya naskirina van komkujiyan vebe.

Beşdariya ji bo kampanyayê 
Îmze bi rêyên eletrornîk têne komkirin, kesên temenê ji 16 salî jortir, welatiyên Îngilîstanê bin an jî li Îngilîstanê mafê rûniştinê wergirtibin, dikarin îmze bidin. Kesên dixwazin piştgirî bidin kampanyayê dikarin têkevin malpera      http://epetitions.direct.gov.uk û nivîsa ‘Kurdish Genocide’ binivîse û piştre nivîsa “Recognition of Genocide against the Kurds in Iraq” bitikîne û îmze bike.

ANF/LONDON