KURDÎ-DER'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li erdnîgariya kurd lê dijîn, dewlet roj bi roj asta provakasyonên kirêt zêdetir dike, bi van pêkanînan gelên ku li Tirkiyeyê dijîn dixapîne. KURDÎ-DER'ê da zanîn ku di erdheja Wanê de hikûmet bi kirinên xwe di bin erdhejê de ma u wiha got: "Bi riya çapemeniya Bab-ı Ali wekî her car dîsa rastiyan berovajî dike. Li ser xwînê polîtîkayên xwe yên qirêj didomîne. Têkoşerên kurd li çiyayan bi dafikên qirêj dikuje û li ser cenazeyên wan bi awayekî hovane dilîze. Di tu ol, bawerî û pergalan de qewimînên wiha nehatine dîtin. "
KURDÎ-DER'ê da zanîn ku dewlet ji bo bigihîje armanca xwe, hemû rê û rêbazên ne li rê ji bo xwe rewa dibîne û wiha berdewam kir: "Di 27'ê cotmahê de di nûçeyên Fox Tv yên êvarê de dîmenên ku hatin weşandin û bi vê nûçeya ku çavkaniya wê Ajansa ÎHA'yê ye, di 28'ê cotmehê de di rojnameya Zamanê de li ser şaxa Kurdî Der'ê ya Îzmîrê nûçeyeke bêbingeh û derewîn hat weşandin. Li ser vê nûçeya derewîn çapemeniya bêehlaq îdia dike ku li Kurdî Der'a Îzmîrê di cihê hîndekariya zimanê kurdî de wekî ku hîndekariya amadekirina molotofan tê dayîn û tiştê herî qirêj wekî ku li şaxa me ya Îzmîrê ciwan maddeya tiryakê dikişînin tê nîşandan. Beriya vê bûyerê serokwezîrê tirk Erdogan bi berpirsiyarên çapemeniyê re civînek li dar xistibû. Wisa xuya dike ku beşeke çapemeniyê ji aliyê serokwezîr ve baş hatine terbiyekirin."
KURDÎ-DER'ê daxuyand ku ew dîmen li Kurdî Der'ê nehatiye kişandin û wiha berdewam kir: "Li cihekî wekî Îzmîrê polîsên dewletê ku mijar kurd bin li ser karê xwe gelek ciddî ne, li holê xuya nakin.
Heke ku ev dîmen li Kurdî Der'ê hatibin kişandin, çima di serî de tabelaya komeleyê tê nîşandan lê dûre berê kamerayê dikeve mekaneke cuda. Heke ku ev dîmen bi awayekî zanistî werin analîzkirin, mirov di wan hewldanan de wêneyên komplo û êrîşên bêbingeh ên hikûmeta AKP'ê dibîne."
KURDÎ-DER'ê bibîrxist ku gelê kurd dê li her derê têkoşîna xwe ya rewa û xebatên xwe yên bingehîn bidomîne û got: "Em van pêkanînên hovane û sextekar ên li ser şaxên me bi tundî şermezar dikin û ji hêla hiqûqî ve em ê heta dawî mafê xwe biparêzin û li şaxên xwe xwedî derkevin."


 DÎHA/AMED