Serokê Konseya Rêveber a KCK ê Murat Karayilan got ku hikûmeta AKP ê ji ber guhertinên hevsengiyên li Rojhilata Navîn ditirse ku gelê Kurd dê bigihe azadiya xwe û “konsepteke perçiqandinê” xistiye dewrê.
Tevgera Şoreşgerî ya ku gerîlayan ji meha tîrmehê ve li Şemizînanê dane destpêkirin êdî li Botanê jî belav dibe. Çavê her kesê li Qendîlê ye. Serokê Konseya Rêveber a KCK ê Murat Karayilan bersiv da pirsên rojnamevan Bakî Gul û da zanîn ku ji Zagrosan heta Dêrsimê herêmek berfireh di bin kontrola gerîlayan de ye. Karayilan diyar kir ku wana li hemberî konsepta nû ya li hemberî tevgera Kurdan “Şerê Gel ê Şoreşgerî” daye destpêkirin û peyamên girîng da.
Karayilan bal kişand ser pêvajoya hevdîtinên Oslo yên di navbera PKK ê û Dewleta Tirk de û diyar kir ku AKP vê pêvajoyê bi dawî kiriye. Karayilan ev tişt got: “Li herêmê pêşketinên girîng diqewmin. Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Dewleta AKP ê, diyar kir ku di pêvajoya Osloyê de dê tevgera Kurd bi hêz bibe û dest jê berda.”
Karayilan destnîşan kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn vê pêvajoyê bandor kir û wiha berdewam kir: “AKP ê çi kir? AKP ê berê hinek pala xwe da hêzên Rojava, li hemberî me têkoşîn dimeşand. Yanî li aliyekê îtîfaqa bi Îran û Sûriyeyê re, li aliyeke din jî îtîfaqa bi DYA û NATO yê re hebû. Heta di vê çarçoveyê de bi Îranê re hin konsept pêş xistin, ev yek heta 2011’an jî berdewam kir. Îranê ji bo vê yekê êrîşê Qendîlê kir. Ger bi ser biketiba, dê encamên cûda derbiketa holê. Lê li wê derê hikûmeta AKP ê biryara xwe da, tercîha xwe kir. Paradîgmaya xwe guhert.”
Karayilan diyar kir ku AKP’ê birayra da ku li aliyê welatên Rojava cih bibigre, wezîfeya taşerontiyê bigire, pêvajoya Osloyê bi temamî bi dawî bike, hevdîtinên li Îmraliyê bi dawî bike, Tevgera Azadiya Kurdan tune bike û ev tişt anî ziman: “Lê berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ev planên qirêj hemû vala derxist.”

Şerê gel ê şoreşgerî 

Karayilan bi lêv kir ku krîzeke siyasî heye, ji ber ku hesabên wan rast derneket û destnîşan kir ku ji ber çi hêza ku gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê PKK’ê baş nenirxîne, nikare polîtîkayeke rast bimeşîne. Karayilan wiha domand: “Me her tim vê yekê got. Me got bila xwîn nerije. Li vir gelek heye. Hûn ê vî gelî bibînin. Me ji bo ev pirsgirêk bi riyên aştiyê çareser bibe her tişt kir.” Karayilan diyar kir ku tişta ku ew niha dikin şerê parastinê yê bi vê berxwedanê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin.
Karayilan bal kişand ser rewşa rojavayê Kurdistanê jî û wiha pêde çû: “Madem her kesên li herêmê azad dibe, dê gelê Kurd jî azad bibe. Yanî hewldana AKP ê ya vê demê wiha ye; Dê her kes biguhere, dê sererastkirineke nû li Rojhilata Navîn pêş bikeve, lê dê statuya Kurdan weke xwe bimîne. Nexêr. Kurd jî êdî dixwazin azad bibin. Niha ev sîstema heyî, sîstema bi Peymana Lozanê di sala 1923 yê de hatiye danîne. Ev sîstem êdî tê derbaskirin.”

Erdogan û Girê Konserve
Karayilan, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan vexwend Girê Konserve yê li navçeya Şemizînana Colemêrgê û wiha axivî: “Erdogan di 2010’an de hat Şemizînanê. Ew û Serfermandarê Artêşê hatin Girê Konserve li derdorê nêrîn û kontrol kirin. Bila niha jî bê wî girî. Ger Tayyîp Erdogan weke serokwezîrê Komara Tirk careke din were Girê Konserve û li wir dîmenek nû bide raya giştî, wê çaxê hemû tiştên ku ew dibêjin rast in, yên em dibêjin jî derew in. Lê ger neyê wir, li Şemizînanê yan jî cihek din ê Kurdistanê bigere, neyê Konserveyê, wê demê hemû tiştên ew dibêjin derew in. Ez vê dibêjim. Em nabêjin me bi temamî Şemzînan rizgar kiriye, lê helbet gelek herêmên Şemizînanê di bin kontrola me de ne. Bila bê cihê ku min gotiye, 2 sal berê ew bi xwe hatibû, bila niha jî bê.”

ANF /BEHDÎNAN 




Peywîra bi rûmet ya welatparêziyê

Serokê Konseya Rêveber a KCK ê Murat Karayilan bang li ciwanan jî kir û ev tişt got: “Ya duyemîn jî dibistan bûne mekanîzmaya asîmîlasyonê. Li dibistanan zihiniyeta ku zarokên ku me asîmîle dike mafê me yê perwerdehiya zimanê dayikê nade. Dibêje dersa hilbijarte. Hinek kes vê weke maf dibîne. Ev taktîkên vala ne. Mafekî mirovahiyê tune dihesibîne. Wê demê em zarokên xwe neşînin dibistanan. Bila ciwan neçin dibistanan. Bila salekî neçin dê çi bibe. Em neçin. Divê welatparêz êdî wisa tevbigerin. Ev tiştekî gelek girîng e. Madem em di pêvajoyeke dîrokî de wê demê divê em bînin cih. Her kesê ku dibê ez Kurd im divê vê bîne cih.”


'Bila ciwan neçin leşkeriyê'
Karayilan diyar kir ku niha şer heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd dibêjin em aştiyê dixwazin. Lê li aliyê din Kurd he roj zarokên xwe dişinin leşkeriyê. Belê tu kurê xwe dişînî wir û li wir di destê rantxwirê şer de dibe hêz. Ew jî nayê aştiyê. Me dît. Me ewqas hewl da. Wê demê divê Kurd zarokên xwe neşînin leşkeriyê û dibistanan. Divê Kurd bejin em zarokên xwe naşînin hemberî birayên wan. Divê red bikin. Helwesta xwe nîşan bidin. Divê bi vê helwesta xwe bikevin rojevê. Ya din divê kes neçe dadgehan. Kesê girtî ji xwe dibin girtîgehan. Ew cûda. Divê ew jî ji xwe Kurdî biaxivin. Daxwaza parastina bi zimanê Kurdî divê wateyê de gelek girîng e. Ez çalakiyan wan silav dikim."